9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Mesrûr Barzanî Hêvî Dike Yekê Muheremê Bibe Roja Yekrêziya Gelê Kurd

Çavkanî: KDP.info

Bi minasebeta hatina Yekê Muheremê sersala nû ya sala Koçî Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî Misilimanên Cîhan û Kurdistanê kir ku, ev jî tekesta vêye:

Bi minasebeta hatina Yekê Muheremê sersala sala nû ya koçî ji dil pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Misilimanên Cîhan û Kurdistanê dikim û hêvî dikim  ev sala nû ya koçî bo misilimanan bibe sedema xêr û xweşî û Devera me jî ku, niha di nava çendîn kêşe û aloziyan deye, derbasî pêvajoya aştî û demokrasî bibe û kêşe û aloziyên heyî bi rêyan aştiyane werin çareserkirin û Gelên Deverê jî bigehêjin bi mafên xwe yên reva.

Her wiha hêvî dikim sersala nû ya koçî bo Gelê Kurd jî bibe sedema yekrêziya bihêztir ya Gelê Kurd û aliyên siyasî yên Kurd jî tevahiya hêz û derfetên xwe bo xizmet kirina doza reva ya Gelê Kurd bikar bînin.

Careke din pîroz be sersala nû ya koçî.

Mesrûr Barzanî

15.11.2012

Nûçeyên têkildar