9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Hêmin Hewramî bi heyeteke Xaça Sûr ya Navnetewî re civiya

Çavkanî: KDP.info

Duhî heyeteke komîteya navnetewî ya Xaçar Sûr ( ICRC) serdana navenda peyvendiyên Derve yên partiya demorkata Kurdistanê kir û ji aliyê Berpirsên peyvendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî ve hate pêşwazîkirin.

 

Di hevdîtineke de li ser navê partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî kar û çalakiyên Xaçar Sûr li Kurdistanê de bi girîng wesif kir û pesna rola Serokê berê yê Xaça Sûr ya li Kurdistanê jî da û hêviya serkeftinê jî ji nav hatî re xwest.

 

Hevdem Hewramî bi minasebeta destbikar bûna Berpirsê nû yê Xaça Sûr ya li Kurdistanê de pîrozbayiyên xwe jî pêşkêşî vî kir û ragihand ku, bi her awayî amadene hevkarî û karasanî pêşkêş bikin.

 

Di berdewamiya vê hevdîtina han de heyeta Xaça Sûr jî behsa kar û çalakiyên xwe yên demên derbasbûyî û projeyên xwe yên pêşerojê kir.

 

Di dawiya vê hevdîtina han de Hêmin Hewramî bi awayekî berfire behsa helwesta PDKê ya di derbarê  rewşa siyasî ya Kurdistan, meseleya mafên mirovan, meseleya bihevre jiyan û demokrasiyê ji heyeta mêwan re rave kir

Nûçeyên têkildar