9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Şirove û bûçûn

Ragihandina Dewleta Kurdistanê!

Çavkanî: KDP.info

Konê Reş

Di van rojan de gelekî qal û behsa îlankirina Dewleta Kurdistanê tê kirin. Bêguman emê gelekî bi ragihandina wê şa bibin. Raghandina wê xewna pêşiyên me dike rastî. Ew pêşîyên ku tev jiyana xwe di ber avakirina wê de xerckirin û ew Kurdistan nedîtin. wek Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî, Berdixanî, Babanî, Nehrî, Şêx Seîd, Cemîl Paşa, Ihsan Nûrî, Seyid Riza, Şêx Hefîd, Barzanî, Qazî Mihemed û yên mayî..
Belê sed mixabin ku roja îro dubendiyek xurt di nav partî û rêxistinên me kurdan de heye. Kurd bûne du bend, her bendek werîsekî bi ser xwe ve dikşîne. Her bendek hevalbendiya dijminê benda din dike..! Ev rewşa kurdî ya niha dubendiya Mehmûdkiyan û Etmankiyan di Eşîra Omeriyan de tîne bîra min; di wîlayeta Mêrdînê de Eşîra Omeriyan ji mezintirîn eşîr tê hejmartin,  di wî heyamî de dema ku benda Etmankiyan pêwemdiyên xwe bi Mîrê Botan re xut dikirin, Mehmûdkiyan pêwendiyên xwe bi Begên Strewrê re zêde dikirin. Wek ku tê zanîn li herêma Mêrdînê Mîrekên Botan Kurdayetî dikirin û Begên Stewrê hevalbendên dewleta Osmanliyan bûn..
Belê her ku wext derbas bû, sal zîvirîn, huşmendiya netewî û doza kurdî di nav Eşîra Omeriyan de hat meydanê, xelkên Eşîra Omeriyan zû bi zû dev ji dubendiya Mehmûdkî û Etmankîyan berdan û bi hev re berê xwe dan doza netewî ya kurdî.
Mebesta min ji vê gotinê tevî ku dubendiya di nav partî û rêxistinên me yên Kurdistanî de heye, pêwîst e ew partî û rêxistin welat, nasnama netewî di ser pirsgirêkên kevin û nû re bigrin û doza dewletbûna Kurdistanê bikin her wiha ramanên ragihandina Dewleta Kurdistanê di nav lebatên xwe de jî belav bikin, hem jî Dewletûna Kurdistanê bikin helwesteke xwezayî.. Ragihandina Dewleta Kurdistanê di pêşîya her tiştî de be, di ser berjewendiyên rêxistinî re be. Ma qey nikarin wek Mehmûdkî û Etmankiyên eşîra Omerîyan dûrî dubendiya xwe kevin, pisgirêkên di nav xwe de çareser bikin û tev bi hev re berê xwe bidin avakirina welat, nasnameya netewî û ragihandina Dewleta Kurdistanê?!
Rast e problem û pisgirêk pirin, lê rewş jî alîkar e..

07.01.2016
 

Nûçeyên têkildar