9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Şirove û bûçûn

Bersivek bo Hacî Ehmedî yê PJAK

Çavkanî: KDP.info

Di çend rojên borî de Hacî Ehmedî PJAK daxuyaniyek dabû medyayên ser bi PKKê ve û tê de bêrêzî li hember gelê Kurdistanê û dîroka tevgera rizgarîxwaza kurd û ala pîroz a Kurdistanê kiribû. Ew derxistina astengiyan bo gelê Kurdistanê û wergirtina gumrikê û bazirganiya madeyên hişber ku Hacî Ehmedî û hevalên wî li ser sînoran dikin, ew bi şoreş dizanin. Hacî Ehmedî têkeliyên xwe ligel dezgeha îstixbaratê ya Sûriyê û girtina xelkên têkoşer ên kurd bi şoreş dibîne, lê xebata 50 salî ya kurdên Rojava wek riya şeş dibîne.

Hemû xelkê Kurdistanê baş dizanin ku jibilî kuştin û birîn û revandin û xwesepandin û xizmeta dagîrkeran, Hacî Ehmedî û hevbîrên wî ti destkeftên din bo gelê Kurdistanê bidestve neanîne. Hacî Ehmedî ala pîroz a şehîd û Pêşmerge wek ala Kurdistanê nabîne, ku ala herçar perçên kurdistanê û sembola yekdengiya gelê me ye.

Hacî Ehmedî û dibistana wî ya hizrî ya ecêb ku piçek reng û bêhna niştimanî tê de tune ye, li dijî yekdengî û yekgirtina gelê Kurdistanê ne. Ew kar bo perçekirin û jihevdûrkirina kurdan dikin. Axayê Hacî Ehmedî zêdetirî 30 ala çêkiriye, yek ji wan hêmaya netewî û niştimanî tê de tune ye. Yek ji alayên Hacî Ehmedî behsa kiltûr û dîrok û daxwaz û îradeya xelkê Kurdistanê nake. Hêmaya hizrekî tevlihev û montajekî bêserûber in bo jihevdûrkirina gelê Kurdistanê.

Dema Hacî Ehmedî û hevfikrên wî ala Kurdistanê wek ala malbata Barzanî dibînin, ew yek bo malbata Barzanî cihê şanaziyê ye ku helgir û parêzerên alayekê ne ku bi sedhezaran şehîd di ber de hatine danîn û sembola resenatî û azadîxwazî û kiltûrê pêkvejiyana mirovê Kurdistanê ye. Nabe xwefiroş wê şerefê werbigirin ku di bin wê ala pîroz de bin. Hacî Ehmedî zêdetirî 30 alên wî hene, bila ji xelkê Kurdistanê re bêje kîja ji wan ala Kurdistanê ye.

Helwesta Hacî Ehmedî kes matmayî nekir, ew ji serî de zilamekî fitneçî û derûnnexweş e. Sedema vêketina şerê tirk û kurdan bû li bajarê Nexedê û destê wî bi xwîna kurdan û hevçeperên wî yên berê sor e. Keseke ku nepakî li dost û hevçeperên xwe kir. Ew bi xwe komet nerastî û nepakî. Nirxandina kesekî nepak bo ti kesekî negirîng e. Tişta girîng li cem têkoşer û kurdperweran nirxandina mirovên resen û şoreşgêr û niştmanperwer e, ne yên wek Hacî Ehmed û hevhizrên wî.
 

Nûçeyên têkildar