9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Şirove û bûçûn

Çekên ku Bexda ji Pêşmerge dizîye, dê bide gerîla

Çavkanî: KDP.info

Aryan Ferec

Ligel jidestçûna derfeta çareseriya aştiyane ya pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê, PKK bi yekcarî teslîmî ecînda û berjewendiyên herêmî yên li dijî kurdan bû. Pirsa rewa ya Bakurê Kurdistanê kir tiştekî erzan bi destê wan aliyên herêmî, ew jî jibilî (şikestina serxwebûnê li Başûr) û (çaşkirina kirina Rojava bo Baisê) û (jinavbirina pêvajoya aştiyê li Bakur) û (bêdengkirina Rojhilat) zêdetir ti xêr ji kurd û Kurdistanê re nexwestiye.
Raporên medyayê behsa serdana berpirsên Qendîlê bo Bexdayê û vekirina navendan bo PKKê dikin, herwiha behsa biçekirina gerîla dikin bi wan çekên ku Bexda ji pişka Pêşmerge diziye û lê asê maye.
Ew hêzên herêmî cileyê Bexdayê girêdane û dixwazin bi rêya girêdana PKKê bi Bexdayê ve lîstikeke qirêj û li dijî kurdan û berjewendiyên Kurdistanê bimeşînin, ku destpêka wê di wî şerê vala û malwêrankirinê derket ku PKK li Bakur bêsûd lidar xist û rojane kurdên hejar û sivîl ên Bakur bi kuştin û malwêranî û koçberbûnê berdêla wê didin.
Niha PKKê kaxeza destê wî mîhwerê şûm e û ew çekên di destê wê de bo cîbicîkirina berjewendiyên wî mîhwerî li herçar perçên Kurdistanê dimeşîne: Li Bakur bo bidawîhatina pêvajoya aştiyê, ku hêviya wî perçeyî bû bo bidestxistina mafên kurdan bê rijandina xwînê û malxerakirinê.. Li Rojhilat, bo berdewamkirina siyaseta bêdengkirina xelkê û dijayetîkirina azadîxwazan.. Li Rojava jî, bo ku kurdan bixe bin xizmeta wê rêjîma bê paşaroj. Herwiha li Başûr jî, bo şerkirina daxwaza serxwebûnê û lêdana aboriya Herêma Kurdistanê da ku neçar bimîne berê xwe bide Bexdayê û xwe bixe bin siya wê de.
Kurd û Kurdistan di vê rewşa niha de pêwîstiya wan bi rêyeke serbixwe û dûr ji mîhweran heye, ku xwe nekin dûvik ji kesî re. Rêyek ku tê de serxwebûn û hêviyên xwe bi rêya wê bi dest bînin, ne berjewendiyên vî alî û wî alî bimeşînin.
Mixabin ew siyaseta PKKê ku xwe kiriye dûvik û herzanfiroş bûye sedem ku beşek ji hêza kurdan li şûna ku bo serxwebûnê kar bike, niha mijûlî dijayetiya wê daxwaza rewa yan kurdan e.
Erkê raya giştî û hêzên siyasî  û berpirsên Kurdistanê ye ku li ser van gavên PKKê xwedî helwest bin û berjewendiya kurdî di ser her tiştî re bigirin. PKK xwe kiriye Bexda di dema ku Bexda bi xwe dûvik e ji aliyên din re, ew jî di dema ku hemû cîhan bi çavekî rêz li Kurdan dinêre û bi çavekî biçûk li Bexdayê dinêre. PKK jibilî gihandina ziyanên pir mezin bo Bakur û bo Rojhilat û Rojava, herwiha lêdana xencera bijehir di pişta Başûr û daxwaza serxwebûna Kurdistanê de, ti tiştekî din jê nayê dîtin.

Nûçeyên têkildar