PYD beriya derketina DAIŞê û jê zêdetir jî xizmeta Esed kir

Niyaz Hacî
Beriya 5 salan ji niha, wê demê gelên Sûriyê dest bi raperînê kiribûn li dijî rêjîma Esed, ew jî beriya serhildan û hêzgirtina DAIŞê, ku her ew Malikî û Esed û pişta wan ew rêxistin pêk anîn bo jinavbirin û têkdana şoreşa Sûriyê. Belê beriya serhildana DAIŞê, partiya PYD û hevserokê wê Salih Mislim mezintirîn xizmet ji rêjîma Esed re kirin, ku wê demê şoreş pir germ bû û mezintirîn piştgiriya navdewletî jê re dihat, ah di wê demê de rêjîm pir lawaz bibû û moralê Artêşa Sûriyê bi temamî têk çûbû û bajar li pey bajar ji dest didan, di wê dema nazik û hestyar de, Salih Mislim erkê parastina navçeyên kurdî (kantonên niha) xist histê xwe û dest bi lêdana şoreşa gelên Sûriyê kir li wan navçeyên ku pê hatibûn spartin.
Esed piraniya artêşa xwe ji wan navçeyan vekişand û bir wan navçeyên ku pêwîstiya wî pê hebû bû lêdana şoreşê. Ev karê PYDê û Salih Mislim derbeya yekê bû li serê şoreşa gelên Sûriyê û yekem piştgirî bû bo Esed û rizgarkirina wî ji rûxandina hetmî û bêguman. Belê ew karê PYDê û Salih Mislim beriya hatin û hêzgirtina DAIŞê bû.
Eger PYDê ew kar nekiriba, zûde Esed ketibû, eger wê demê DAIŞ derketiba dê ne xwedî vê hemû hêza niha ba. Wê demê em wek kurd jî ewqasî rastî ziyanan ji destê DAIŞê nedihatin.
Dibe ku hinek bêjin bi saya PYDê û siyasetên wê ew kanton li Rojava hatin damezrandin û niha kurd azad in, lê ew nêrîn şaş e û berevajî rastiyê ye. Wa niha jî li Rojava navendên partiya Baisê û wêne û peykerên Esed hene û asayîş wan diparêzin, lê di heman demê de ala Kurdistanê û Pêşmerge li wir qedexe ne, herwiha ji ber siyaseta wê partiyê kêm maye ku Rojava ji xelkê vala bibe, 3 para xelkê koçberî Başûr û Tirkiye û Ewropa bûne. Cihê çalakvan û rojnamevanan zindan e.




