9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Şirove û bûçûn

Sivkatiya PYDê bi ala Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Zikrî Mûsa

Bûyera sivkatiya asayişa PYDê bi ala Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê û rêgirtin li birêveçûna merasîma Roja Ala Kurdistanê li Rojava cihê şermezariyê ye, ku ji me re gefeke pir mezin li nava mala kurdî li gelê Kurdistanê tê kirin. Niha li Rojava alaya rêjîma Esed û Hizbullahê tê bilindkirin û li ser dar û avahiyên Rojava ala hizbî ya xerîb a PKKê hatiye danîn û ala niştimanî ya kurdî jî rastî êrişên û sivkatî û qedexekirina PYDê tê.

PKK û şax û partiyên ser bi wê ve, zêdetirî 27 alayên wan ên xerîn hene. Ew jî jibilî bi dehan rêxistinên leşkerî û hizbî û îstixbaratî yên bi navên cuda li herçar perçên Kurdistanê belav bûne. Hemû yek tiştî dibêjin û yek çarçoveya wan ya hizrî heye û bi ser kadiro û alîgirên xwe wî hizrî feriz dikin.

Ti alayek ji wan alên PKKê manaya kurdistanbûnê nade. Herwiha ti alayeke wan mana pêkhateyên olî û neteweyî yên cuda nade. Ew bi wan alayên xwe yên hizbî hebû kesên din red dikin û îdeolojiya xwe ya înkarê li ser hemûyan feriz dikin. Ew hemû alayên PKKê behsa dîrok û nirx û sembolên gelê Kurdistanê nakin. Dijî ruhê hevbeş ên gelê Kurdistanê ne. Zêdebûna reng û şêwaz û çarçoveya alayên PKKê nayên maneya azadiya bîr û nêrînan û hewlek in bo jihevbelavbûnê. Ji van hemûyan girîngtir bi dijayetîkirina tevgera sedsalî ya rizgarîxwaza gelê kurd û hêma sembolên wê ye.

Ew qasî PKK û şaxên wê li dijî ala Kurdistanê ne û li dijî sembolên resen ên gelê kurd in, ew qasî dijayetiya ala û sembol û ferhengên dagîrkeran nakin. PKK heta ti bêje bes e li dijî ala Kurdistanê ye û hêrsa wê jê vedibe. Ew alaya Komara Kurdistanê û Herêma Kurdistanê û herçar perçên Kurdistanê ye ku ala xebat û qurbanîdana gelê kurd e. Ew ala ku em hemû di serkeftin û karesatan de bi hev re dest jê bernadin. Dijayetiya PKKê bo ala Kurdistanê ji ber wan nirxên bilind ên di ala Kurdistanê de hene. Nirxên aştîxwaz û avakirin û pêkvejiyan û serxwebûnê. Nirxê omêdî û şadiyê.

Kî dibîne ku edebiyat û karên PKKê xêra wan ji aştî û avakirinê re hene? Kê bihîstiye ku li navçeyekê di bin desthilata PKKê de partiyekê din kar dike, yan kesekî din û dengekî din ê Kurdistanê hebe û çalakiyan bike û bixwaze berdewam be li ser jiyanê?

Karên kirêt ên PKKê li hember gelê Kurdistanê xizmeteke belaş e bo dijmin û dagîrkeran. Tişta ku dagîrker û reqîb nikarî di nava 70 salên borî de bi jînosed û lêdan û bi hemû hêza xwe bo qedexekirina ala Kurdistanê bike, niha PKKê rojane dike. Sivkatî bi ala Kurdistanê ji me re dibêje ku, PKKê ne tenê dîktatorê Rojavayê Kurdistanê ye ku rê li partiyên siyasî digire, lê belê neyarê xwein û awatên yek bi yekê welatiyên Kurdistanê ye.
 

Nûçeyên têkildar