Al û hêz

Dr. Çiwas Hesen
(Her îro polek ji Pêşmergeyan bi canê xwe ala Kurdistanê bilind kirin. Silav li canfîdayî û qurbanîdana wan.)
Al û hêz beşek in û ji hev nayên veqetandin. Berdewam li tenişta hev in. Li kêleka hev in, bi awayekî ku al bê hêz nayê bilindkirin. Her al e jî ku nûner û nasname û wêneyê hêzê ye.
Pêwendiya qayim a hêz û alayê pir kevn e, berdewam e, bê dawî ye. Qet jihev cuda nebûne û jihev cuda nabin jî. Hildana alayê berdewam piştî derxistina hêzê tê, lewma yekem karê hêza serkeftî bilindkirina ala xwe ye. Dema hêz bi ser dikeve, ala xwe hildide û dema ku al dişke, her kes dizane hêza kê gihêşt kûderê. Qet nebûye û nabe jî ku al bi bê hêzê were bilindkirin. Herwiha qet nebûye û nabe jî ku al bi bê hêzê berdewam be.
Al bi xwe sembola hêzê ye. Wataya hêzê ye. Tûj tûj dikeve çavê her kesekî de û jê re dibêje, ku çi hêz li vir serwer e, hakim e. Al sînorê navbera hêzan diyar dike.
Rêza alayan li derveyî qelemiroviya hêzan de ne pir girîng e, lê belê girîng e ku ala çiqasî bilind e? çiqasî bi nirxe?
Nirxê alayê, çavkaniya wê ne ji rêz û hurmeta dijmin û neyaran tê, lê belê ji rêz û xweştevî û întîmaya alîgirên wê alê bo hêza li pişt wê tê.
Negirîng e ku neyarên me ala me dişewitînin, ya girîng ew e ku em di bin siya wê alê de çiqasî yekrêz in? Em çiqasî bo vê herêmê û neteweya xwe û vê ala ku nûneratiya me dike, dilsoz in? Çiqasî ala xwe bilind dihêlin û digihînin kûderê? Lewma bersiva herî baş bo neyarên me, ew e ku em zêdetir ji wê hêza (Kurdistan) ku ala me nûneratiya wê dike, hez bikin.
Lewma em dikarin bêjin:
Ez (hêz) li vir in, naxwe ala min li vir e…. Ala min li vir e, naxwe ez li vir bihêz im




