Bi saya Barzanî stêrka Kurdistanê îro stêra herî geş e

Mihemed Sanri
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rasterast serfermandehiya Pêşmergeyên ku bi dirêjahiya 1050 km-yan de şereke dijwar li himberî rêxistineke herî hov a ku ji 40 welatan zêdetir piştevanî bo wê tê kirin, dike.
Ev rêxistin, di heman wextî de xeteriyeke mezin e, li ser aramî û asayişa hemî dinê jî. Ji aliyê çek û kelûpelên leşkerî ve jî, çek û teqemeniyên 2 zirehêzên wekî Amrîka û Rûsya di destê wê de ne.
Zêdetirî 50 hezar çekdarên vê rêxistinê hene, her yek ji van çekdaran di heman demê de aktîvîstek yê êrîşên xwekujî ye jî li himberî Hêzên Pêşmerge.
Barzanî ne tenê serfermandehiya şerekî wiha dijwar dike, ew bi xwe wekî Pêşmergeyekî jî gelek caran dikeve sengerên herî pêşî yên vî şerî.
Şerê armanceke wî ya siyasî nebe bêwate ye, lewma gotinek meşhur heye ku dibêje "şer bi awayekî dî yê birêvebirina siyasetê ye".
Mesûd Barzanî her wekî di sengerê şer de serfermandehiya şer dike, di asteyê dîplomatîk û nêvneteweyî de jî di lûtkeyên herî bilind de nûneratiya Pêşmerge û doza wî ya rawa ya parastina Kurdistanê û alaya wê jî dike.
Bi vî rengî ew baweriyek mezin dide hemî mixatabên xwe yên kolmgeya nêvdewletî.
Bi saya van şiyanên wî yên ku bi hostayî pêşengiya şer û siyasetê dike, stêrka miletê kurd û Kurdistanê îro stêra herî geş e di Rohilata Navîn de. Bi vê pêşîvanî û serweriyê ye ku alaya Kurdistanê her roj li lûtkeyên nû tê hildan, her wekî herî dawiyê li lûtkeya Çankayaya tirkan jî hatî hildan.
Helbet li himberî biserketin û şiyanên lîderek wiha dê êrîşên bêperwa û bêpîvan jî hertim bên kirin. Ev jî enînivîsa lîderek wiha biserketi ye.
Di dîrokê de çend lîderên dî jî, wekî Serok Barzanî, serfermandehiya leşkerî û bicihanîna armancên siyasî bi ahengek mezin û biserketî birê ve birine hene:
Abraham Lincoln (Amerîka), George Clemenceau (Fransa), Winston Churchill (Brîtanya), Ben Gurion (Îsraîl) ...
Çîroka lîderiya van mirovdewletan bixwînin û beramberî ya Serok Barzanî bikin, hon dê baştir li meharet û hostayiya rêveberiya Serok Barzanî têbigihên...




