Neyarên dewletbûnê di warê hizrî de

Osman Elî Weysî
Ji aliyê hizrî ve, nêrînek dîrokî – felsefî heye ku hebûna dewletê yan desthilat bo xweşiya gel û welatiyan pêwîst nabîne û li hember de mizgîniya dawiya dewletê dide û ji realtê de jî nahêlin.
Di dinyaya felsefeyê de (derbarê mijara me) ew kes wek antîpozetîvê tên naskirin û wê hizra xwe ji felsefeyên cuda werdigirin, ku cudahiyeke mezin di navbera wan de heye. Wek Marks, Fîxte, Brudon û Tolston û …
Ev arasteya antîpozetîvê di qanûnê de, arasteya antî dewlet in (Anti – State) û baweriya wan bi wê yekê tune ye ku hebûna dewletê pêdviyeke zindî ye û bê wê nabe. Ne tenê ew, lê belê di wê baweriyê de ne ku dewlet dibe sedema zilm û sitemkariyê û li dijî azadiya mirovan e. Lewma jî dibêjin: Divê dewlet nemînin û mirov ji bin hûkmê dewletan derkevin û azad bibin.
Ev arasteya hizrî ku mizgîniya bidawîhatina dewletê dide, di heman demê de xwenê bi buheştê dibîne ku li ser erdê mirov bi aştî bijîn, bê ku pêdviya mirovan bi qanûnê hebe.
Rewqiyên Yûnanistanê jî pêşeng bûn di vê mijarê de û ligel wê yekê de, ev hizir ji demekê bo demeke din serî hildaye û niha ev Kurdistana ku li pêşiya me ye, li ser destê alîyekê siyasî yan zêdetir bi navê mirovdostî û tê pexşîn, lê Xwedê û miletê kurd ji wan qebûl nakin.
Feylesufê navdar ê almanî, Fîxte digot: Dewlet damezraweyek e li ser zilm û xweferizkirinê hatiye pêşî û dewlet hêdî hêdî winda dibin. Ew jî bê ku bêdvî bikaranîna hêz û tundiyê hebe, ji ber ku dewlet bê sûd û bê mifa ye.
Felsefeya antîdewletbûnê ya Fîxte, bandor li ser bîrmendên din mîna San SÎmon û Brodon û Markis kiriye. Berevajî Fîxte, Brodon ku li dijî dewletê ye, şoreşgêr û tundûtîj bûye û didît ku Hikûmet bi xwe tevliheviyê dirust dike.
Piştî ku dewlet bi dawî tê, civak bi xwe û bi rêya girêbestan di nava mirovan de, xwe rêk dixe. Brodon dibêje: Em girêbestan li şûna qanûnan datînin.
Bêguman Karl Markis ji Brodon kêmtir şoreşgêr nebû, ew jî dibêje: Dewlet bi sedema mulikdarî taybet tê pêşî, lewma bi rêya dewletê endamên çîna bilind di civakê de berjewendiyên wan ên hevbeş pêk tên.
Bêguman divê, ew yek were liberçavgirtin ku di qonaxa yekem a pêşkeftina dîrokê de, ku mebesta me li vir qonaxa şoreşgêriyê ye, hizra Markis hizreke wezî ye û ti gumanekî li xwe nagire. Ew dibêje: Armanca sereke ya şûiyan girtina desthilat e bi rêya prolîtarya. Lê nemana desletê tenê paşerojê de tê. Dema hemû awayên girtina û zalbûnê, namînin, û dema wekheviya rasteqîne di nava xelkê de pêk tê û xelk têrbûnê bo hemû pêdviyan destber dikin. Bi kurtî dema buheşt li ser erdê çêdibe.
Ew bîrmendên ku me navê wan anîn û yên din jî, hevnêrîn in li ser hizra dijayetiya dewletbûnê. Ew jî araste û nêrînên wan ên cuda hene û her yek jî hêncetekê ji xwe re tîne.
Lê dîroka mirovayetiyê û dîroka Kurdistanê wê yekê ji me re dibêje ku: Sîstema karê hevbeş di nava gelan de û dîmokrasiyet û bihevrejiyan, pêwîst e bo berjewendî gel û neteweyan be û parastina mafê wan bike û dewlet karektera sereke ya kar e û kurd jî tenê bi rêya dewletbûnê dikarin xwestek û daxwazên xwe bi dest bînin. Lewma tê xwestin ku sala 2016an sala avakirina dewleta Kurdistanê be.
Derbarê wan nêrînên ku piştgiriya dewletê dikin, bila dewletê wek pêwîstiyeke exlaqî û wek pirensîpa dadperweriyê û qanûna sirûştê bidin xuyakirin, yan wek pirseke reality nîşan bidin ku ezmûn û dîrokê pesend kirine, herwiha wek pêdviyeke bayolojî feriz bikin, yan jî wek çareseriyek bo pirsgirêka netewe û gelan bidin xuyakirin….Xaleke hevbeş heye ku di nava civaka dewletê de qanûn heye, bê dewlet hebûna qanûnê zehmet e, qanûn jî bê dewletê nabe. Em karin bêjin, dewletdarî, hebûna statyoyeke siyasî yan hebûna civakeke siyasî… xalên destpêkê û werçerxan in di jiyana wan gel û neteweyên ku dixwazin bi azadî jiyana xwe bidin xuyakirin.




