9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Fazil Mîranî bo liqê 8 : Partî wesîleye bo bidest înana armancên milltê Kurd

Çavkanî: KDP.info

Sekireterê mekteba siyasî ya Partî Fazil Mîranî serdana liqê 8 ê Partî li Zaxo kir û bi ji layê Serbest Lezgîn berpirsê liqê û kargêr û endamên liqê ve hate pêşwazî kirin û civînek ligel berpirs û kargêrên liqê sazkir li roja 6/11/2012 ê.

 

Li dîvde her sekireterê mekteba siyasî sera xula rewşenbîriya leqê 8ê Partî da ewa hatiye vekirin jilayê nivîsingeha rewşenbîrî û ragehandina liqê ve bo (42) kadiran bo mawê (3) heyvan û dipeyvekê da bo beşdarbuyên xulê diyar kirk u kadirên Partî herdem rê û aliyetên pêdivî û bikarînayne bo pêgehandin û bilind kirina astê xwe yê rewşenbîrî da ku erkên xwe bi şêwekî serkeftiyane encam bidin û hemi kongireyên Partî jî giringî bi vê yekê daye ku yek ji diruşmê kongireyê (13)ê nubûne bû.

 

Fazil Mîranî sekireterê mekteba siyasî ya Partî di tewerêkê axaftina xwe da xoyakir ku Partî ne armance belku wesîleye bo bi destve înana armancên milletê Kurd ew jî şadbûn bi mafên we yên rewa lewra dûhî kadirên Partî xebat kirin îro hindek xewnên me bûne rastî û fere hun jî vê çendê biparêzin û xebatê bikin da ku destkeftên mezintir bo nifşê dahatî peydabikin

Nûçeyên têkildar