9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Fazl Mîranî pêşwaziya şandeke rojnamevanên BBC kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî di hevdîtinekêde li baregehê Polîtîkboruya Partiya Demokrata Kurdistanê digel şandeke rojnamevanên BBC ku jibo haydarbûna li ser rewşa Herêma Kurdistanê serî li herêmê daye, Fazil Mîranî sekerterê Polîtîkboruya Partiyê bal kişand ser pêşhatên herî dawî yên siyasî yên Îraqê û Herêma Kurdistanê û deverê û hewlên serokatî ya siyasî ya Kurd di nêzîkkirina hizir û bîrên cuda de û dîtina riyeke çareser ya guncaî û hejî jibo qeyrana ku niha Îraq têde derbas dibe ew jî piştgirêdan bi destûrê û lihevhatinan bi taybetî li hevhatina Hewlêrê.

Sekerterê Polîtîkboruya tekz kir  ku divê  hemû pêkhate beşdar bin di birêvebirna Îraqê û tu alî feramoş nebe, dure tekez kir  ku li Kurdistanê daxwaziyekî mezin heye jibo  ku di hemê aliyan de mafê miro û azadî hebe.

Herweha birêz Mîranî tekez li ser rola serkirdayetîya Kurd bi taybetî serok Mesûd Barzanî di geşekirna pirosesa dîmokrasî li Îraqê de.

Ji aliyê xwe ve jî wan rojnamevanan sipasiya  Polîtîkboruya Partiya Demokrata Kurdistanê kirin jibo pêşwazîkirna wan

Nûçeyên têkildar