Piştevaniya Barzanî û nebûna ezmûniya HDPê

Îbrahîm Ebas
Eger em herdu hilbijartinên 7ê Hezîranê û 1 Mijdarê yên Tirkiyê bînin ber hev, ji me re eşkere dibe ku zêdetirî 1 milyon dengdêr ji destê HDPê çûn, herwiha bajarên kurdan jî ji destê wê çû û AK Partî biser ket, bi awayekî ku denên HDPê li Amedê ji % 79an daket 71, 98an, li Wanê ji 74,8 daket 64, 97an, Riha ji % 38,5 daket 28, 35an, Batman ji %72,6 daket 67,5an , Sêrt % 65,8 bo 57,7an, Mêrdîn % 73,3 bo 67,64, Tuncelî % 60,9 bo 55,43, Qaris % 44 bo 34,27 û Erdehanê % 30,39an daket 22,15an.
Ev yek jî jibilî ku di hilbijartinên borî de HDPê li 28 bajaran perlemanter şand Enqerê, lê di van hilbijartinan de tenê ji 22 bajaran parlamenterên wê hene, ku li bajarên Entalya, Erdehan, Bursa, Erzencan, Erzerûm û Kocaelî HDPê parlamerterek derxistibû, di van hilbijartinan de ti parlamenter dernexist.
Bi kurtî li gorî hilbijartinên 7ê Hezîranê de, 21 parlamanter ji destê HDPê çûne û hejmara wan ji 80 daket 59an.
Ev anîna ber hev ji mr re dibêje ku, ev jidestana han li Bakurê Kurdistanê, ji encama siyasetekî şaş e û berdêla wê li ser Kurdistanê giran e, ji ber ku di dema serkeftina HDPê de û bi destxistina 80 kursiyan di parlamentoyê de, di Hezîrana borî de, Serok Barzanî bi germî ligel HDP û PKKê li ser xetê bû, Serok Barzanî ku bi dirêjahiya 10 salên borî hewl û mandûbûneke mezin bo serxistina pêvajya aştiyê û pirsa rewşa ya gelê kurd li Bakurê Kurdistanê daye û bi eşkere daxwaz ji wan herdu partiyan kir ku pirojeyên xwe bikin yek û ji tundiyê dûr bikievin, ligel AK Partî dest bi danûstandinan bikin û hikûmeta hevpeyman pêk bînin.
Nebûna ezmûna PKK û HDPê rêgir bûn li cihihihkirina vê daxwaza Serok Barzanî, ku bi piştrastî eger ev derfet ji dest neçûba, her wek çawa Başûrê Kurdistanê û Barzanî beriya salekê bi rêya girtina pişta Kobanî, pêgeha kurdan li Rojavayê Kurdistanê bilind bû û bû rastiyek li hemû cîhanê, niha dê Bakurê Kurdistanê wek Rojava di qonaxeke din deba.
Bi kurtî, me kurdan duhî gelek nexweşî dîtine û em hemû ji ber wê xwedî ziyan bûne, lê niha bêguman berpirsyaretiya vê şikestinê di hilbijartinan de, di histê PKK û HDPê de ye.




