Sofiyê Pêşmerge

Konê Reş
Di bihara 1963an de, bi hatina rêjîma Baas re li Sûriyê, zilm û zextên rêjîmê li ser kurdan, ji berê dijwartir bûn. Endamên Alpartî digirtin bi behana ku ajanên Barzanî ne û doza herêmek serbixwe di sûriyê de dikin.
Di havîna 1963an de, beşek ji Artêşa Sûriyê bi serokatiya General Fehed Alşair di Qamişlo re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, ji bo alîkariya Artêşa Iraqê li dijî şoreşa Barzanî û pêşmergên qehreman. Hingî, dikana sofiyekê mala şêx Ehmedê Xiznewî li ser kolana sereke di taxa Xerbî de bû, xelkên taxê li ber dikana wî kom dibûn û ji aş û bajar ve diaxifîn û gotûbêj di nav wan de çêdibû..
Dema ku Artêşa Sûriyê di Qamişlo re derbas bû û di kolanên wê de çav bi Mehmûdê Bekê, yê ku di tîpê pêşmergeyan de bû; bi kum û koloz bû, dîtin, dêrekt panzer ajotin ser û lê qelibandin.. Ji mirinê filitî û ta ku mir, ji lingê ve xwe seqet ma..
Di wê navê re, giftûgo û xeberdana wan xelkên ku her roj li ber dikana sofî rûdiniştin, li dor şerê Barzanî bi hikûmeta Iraqê re û derbasbûna Artêşa Sûriyê li dijî pêşmergeyan û kurdên misilman zêdetir û bi gurbûn behis dibû.. Ji hev re digotin; kî li ser heqiyê ye û kî zalim e.. Di encam de digîhan yek baweriyê ku erebên misilman neheqiyê li kurdên misilman dikin û Xwedê û Pêxemberan wilo negotiye..!
Piştî vê baweriyê, sofî got: "Eger ev misilmantî be, êdî ev sofitî ji min re nelazim e û ez nema toba xwe li mala şêx nû dikim.."
A dinî rojê, dost û hogirên sofî çûn dikana wî, dîtin ku sofî riha xwe kur kiriye û kincên wek ên pêşmerge li xwe kirine, digel cemedanek sor li serê xwe gerandiye.. jê pirsîn; Sofî! Ev te çi kiriye?! Li wan vegerand; "Êdî, ez nema sofiyê mala şêx im, ez sofiyê pêşmerge me.. Ez sofiyê misilmantiya rast im.. Sofiyê wan pêşmergeyên misilman im; yên ku xaka me ji ber zilim û zorê diparêzin..
Li Sûriyê, misilman me dikin zindanan de, li Îranê, misilman me bidar vedikin, li Tirkiyê, misilmanan qira me aniye û ji ber wan ez di vire derketime.. Ez bi qurbana misilmantiya Barzanî û pêşmergeyên wî bim.."
Ji wê rojê ve, navê sofî bo (Sofiyê Pêşmerge) û çîroka sofî û rîhkurkina wî di bajarê Qamişlo de belav bû. Dikana wî jî, bû wek xalek naskirî di bajarê Qamişlo de, bi navê (Dikana Sofiyê Pêşmerge) û wiha ta roja îro.. Berî çend salan Sofiyê Pêşmerga çûye ber dilovaniya Xwedê.
Belê ezbenî! Gelek wek sofiyê pêşmerge di nav me de hene, lê ew mêraniya Sofiyê Pêşmegre li cem wan nîne ku xwe eşkere bikin.
Sofiyê pêşmerge; duyemîn mirovê Rojava yê oldar e ku di ber kurditiya xwe de riha xwe kur dike, kurditiya xwe di ser oldariya xwe re digre. Eger hun oldarê yekemîn yê ku riha xwe kur kiriye, nas dikim?? Da ku nebe hisret di dilê we de, ew Seydayê Cegerxwîn e.




