9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Şirove û bûçûn

Bo kantonxwaz û wîlayetxwazan: Wisa biçe em nabin ti tişt

Çavkanî: KDP.info

Zikrî Mûsa

Piştî Şerê Cîhanî yê yekem, Brîtanya û Frensa herdu welatên Iraqê û Sûriyê ava kirin. 2 dewletê qelip û sexte xistin ser piyan. Hêzên deryayî yên Brîtanya destekî bihêz di xêzkirina sînoran de hebû. Wan hebûna gelê kurd li ber çav negirt û bêrehmî û ji ber xatirê petrolê, kurd perçe kirin. Ew herdu dewletên qelip ên nû bûne celad û êrişî canê gelê kurd kirine. Hemû awayek bo jinavbirin û nehiştinê taqî kirine.

100 sal nekêm bû ji neyaran re ku tê de karîn hebû û nebûya gelê kurd jê bistînin. Kurd bi şoreşan radibû û bergirî li mana xwe dikir, lê ferheng û ziman û bawerîbixwebûn ji dest nedida.
Niha ew herdu dewletên celad û herdu dewletên din ên dagîrkerê Kurdistanê, çavkaniya wehşîgerî û serêşî û zordariyê ne bo hemû cîhanê.

Niha ji hemû cîhanê derketiye ku Sayiks Bîko çiqasî karesatek bû û divê pêdeçûn pêde were kirin. Ji cîhanê re derket ku perçekirina kurdan şaşî bû, lê niha va kurd bi milê perçebûn û belavbûnê ve girtine, ew jî bê ku ruhekî hevbeş wan biparêze û wan bike yek.

Partiyên siyasî, edyolojî, ruhê bajêrî û navçegerî û eşîrtî, şerê navxwe, jenosîda ferhenga dagîrkeran, nebûna bawerîbixwebûn û paşgyîxwazî, her hemû bûne sedem wê yekê ku kesê kurd li dij ruhê hevbeş ceng bike.

Ev şerê pûç ti tişt jê dernakefe û li dijî azadî û hebûna kurdan e. Berê xwe bidin hemû gelên serbest û azad û çen û didanan bo welatê xwe têkoşanê dikin. Têkoşan ne tenê rahiştina çek e, têkoşan ew e ku tu di hemû deman de dildarê welat û niştiman û mirovatiyê be. Têkoşan ew e ku ti pişta xwe bide nezaniyê… Ligel xwe nerim bî û ligel dijmin û dagîrker req bî. Têkoşan ew e ku sermayeyên vî welatî û vî miletî ji wan nestîne. Riq û kîne û nezaniyê û fantaziya û neberpirsyaretiyê bi ser xelkê de belav neke. Vî welatî nekin cihê dezgehên îstixbaratê yên welatên dagîrker. Wisa biçe em ti destkeftekê bi dest naynin û nabin bi ti tişt. Ew tişta ku dagîrkeran bi gule û barutê nikarîbûn bikin, em bi destê xwe dikin.
 

Nûçeyên têkildar