9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Şandekê liqê 8 ê Partî pustê rêveberê nû yê perwerdeya qeza Zaxo pîroz dike

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja yekşemiyê 21/10/2012ê di seredanekî da, şandekî liqê 8ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya Serbest Lezgîn endamê civata serkirdayetiya Partî, postê nû li mamosta Ihsan Tewfîq rêveberê perwerdeya qeza Zaxo pîrozkir.


Serbest Lezgîn di dîdarekî da digel rêveberê nû yê perwerdeya Zaxo pîrzbahiyên xwe pêşkeşî navhatî kirin û berhevya xwe derbirî weku Partiya Demokrat a Kurdistanê bo piştevanî û hevkarîkirnê digel kertê perwerdeyê ji pêxemet serêxistina pirosa xwandinê û pêşvebirna zaniest û zanînê li deverê.

Serbest Lezgîn xoyakir jî ku ew di berhevin bo dabînkirna pêtvî û çareserjirna kêmasiyên perwerdê û got:  kertê perwerdeyê sitîneka giringe bo pêşkeftina milletan û li dawiyê hîvya serkeftinê jibo rêveberê perwerdeyê xwast.

Ihsan Tufîq rêveberê perwerda Zaxo xoşhaliya xwe bi serdana şandê liqê 8 diyarkir û got: serdana hewe paldereke bo xurtkirna hemahengiyê di navbera liqê 8ê Partî û rêveberya perwerda Zaxo da jibo pêşvebirna kertê perwerdeyê li devera Zaxo

Nûçeyên têkildar