Fazil Mîranî pêşwaziya pêşmerge yê şoreşa Îlonê diktor Hebîb Tomî kir

Duhî li selahedîn birêz Fazil Mîranî sekrterê mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê pêşwaziya kir li diktor Hebîb Tomî pêşmergê şoreşa Îlonê û serokê nivîskarên cîhanî a Kildanî û balîozê aştî li Îraqê.
Di hevdîtinê de Fazil Mîranî tevî bixêranînê; bal kişande ser şoreşa Îlonê bi serokatiya Barzabî nemir ku, hemû ol û neteweyên cida beşdarî di vê şoreşê de kirin û rola sereke lîstine ji wana jî birayên kildanî.
Hemû tex û cunan hest bi wê yekê kirbûn ku, şoreşa Îlonê çetreke jibo tev aliyekê û bergiryê ji wana dike.
Herweha sekreterê mekteba siyasî rola nivîser û rewşenbîran di serdema sores û berxwedanê de bilind nirxand ku tanî niha jî rola pêşrew ji rastvekirina şaşiyan û destnîşankirina xalên erênî dibînin.
Jib al xwe ve Hebîb Tomî şabon û supasiya xwe rastî sekreterê mekteba siyasî kir jibo pêşwaziyê ku ji wan kirî û sûz da ku hertim nivîsînên xwe weke pêşmergey xebatê bike.
Têzanîn; diktor Hebîb Tomî bawernameya diktora di ware felsefe ya siyasî de bidest xistiye û bi nave (Barzaniyan û rola siyasî ya wan di doza Kurdî de) li zanîngeha Kenedayê têza xwe pêşkêşkiriye.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)