Pêşmergeyan cîhan parastine

Sergotara PDK.info
Serokomarê Îranê birêz Hesen Rûhanî di kombûneke cîhanî de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, amaje kir ku “eger ne ji rejîma Îranê ba, dê Hewlêr û bajarê din ên Herêma Kurdistanê ketiba destê terorîstên DAIŞê”, birêz serokomarê Îranê xwestiye ku rola welatê xwe di rûbirûbûna terorê de bo xelkên Sine zelal bike, lê ligel wê yekê çend rastiyek hene ku pêwîste ew ê birêz û xelkên Sine yên xweşdivî jê agehdar bin:
Yekem: DAIŞ rêxistineke terorîstî ya cîhanî ye û endamên wê rêxistina hovane ji hemû welatekî pêk tên. DAIŞ gefeke bo ser mirovahiyê û tevaya cîhanê, lewma rûbirûbûna wê erkê hemûyan e.
Duyem: Herêma Kurdistana Iraqê spasiya wan welat û aliyan kiriye ki di şerê terorê de alîkariya Kurdistniyan kirine, tevî Komara Islamî ya Îranê jî. Di rastiyê de alîkarîkirina Kurdistanê di şerê terorê de alîkarîkirina bi wateya alîkarîkirina xwe (ew welat) û parastina we jî ji êrîşên terorîstan bû. Herêma Kurdistanê spasiya hemû wan aliyan dike ku beşdarin di şerê li dijî terorê de, herwiha ji bo amade bû ligel her welat û aliyekî ku bixwaze şerê terorîtsên DAIŞê, hemahengiyê bike.
Sêyem: Kurdistanê di wî şerî de baceke mezin a mirovî û madî daye. Pêşmerge bi xwîna xwe bergirî li axa Kurdistanê kirine û terorîst têkşikandine. Hezar û 200 şehîdên qehreman û 7 hezar birîndar, belge ne li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê nehiştiye destê qirêj ê terorîstan bigehe bajarên din ên Kurdistanê. Ew Pêşmerge bûn ku bi xwîn û qehremaniya xwe efsaneya DAIŞê şikandin, ne bi tenê jî Kurdistan parastine, lêbelê bûne mertalek bo hemû mirovahiyê. Ew Pêşmerge bûn ku bûne berbestekê da cîhanê û cîranan ji gefa rasterast a terorîstan biparêzin.
Çarem: Herêma Kurdistanê pêzanîna xwe bo alîkariya hemû aliyekî aniye ziman, alîkariyên Komara Islamî ya Îranê jî di dema xwe de bibandor bûn, lê kesê ku di meydanên de şer kiriye û xwîn day, Pêşmergeyên Kurdistanê bûn.




