PDK 49 saliya damezrandina radiyoya dengê Kurdistanê pîroz kir

Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bi minasebeta 49 saliya damezrandina radiyoya dengê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê ye;
Bo Birêveberatiya Radiyoya dengê Kurdistanê a têkoşer silaveke Şoreşgerane
Bi minasebeta 49 saliya damezrandinaRadiyoya dengê Kurdistanê pîrozbayiyên gerim pêşkêşî Birêveber û tevahiya stafa radiyoya han dikin.
Bêgoman radiyoya han di demekî de hate damezrandin ku, ev rojên han bi dijwartirîn rojên Dîroka Kurdistanê tên nasîn, di wan rojan de dengê xelkê Kurdistanê di her warî de dihat kipkirin, tevahiya rêyên gehandina denga Şoreşa Kurdî bi Serokatiya Barzaniyê Nemir ji aliyê Neyarên vî ve hatibûn daxistin, dengê Kurdistanê di pêvajoyeke bi vê rengî de bû dengê Şoreşa xelkê zilimlêkirî a Kurdistanê û bû weke bihnek bo wejîna dilê Kurdatî.
Barzaniyê Nemir hevdem ligel girîngî dan bi parastin û pêşmergayetî girîngî jî dida bi tevahiya wan din yên ku, Şoreşa parastinê bihêz dikirin û xebat derbasî pêvajoyeke din dikirin, damezrandina radiyoya dengê Kurdistanê beşek bû ji vê plana Barzaniyê Nemir û Serokatiya Şoreşê bo gehandina dengê Şoreşê bi Cîhan û bilind kirina asta morala pêşmerge û xelkê Kurdistanê a li hember êrîşên leşkerî yên Rejîmê û ev şera nefsî yaku, li dijî Gelê Kurd dimeşand.
Her bi vê minasebeta han silav li Pêşmergeyên Şehîd yên Dengê Kurdistanê û tevahiya Şehîdên rêya rizgariya Kurdistan û tevahiya ev karmend û ev kadroyan dikin ku, di nava vê radiyoyê de xebata xwe domandine û hêviya pêşkeftin û berdewam bûnê jî ji radiyoya dengê Kurdistanê re dixwazin.
27.9.2012
Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)