PDK û PÎT peyvendiyên xwe bihêztir dikin
Duhî Yekşemî li Selahedînê Serketerê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî bi Serokê Partiya Tirkman ya Îlî Riyaz Sarî Kehiye re civiya.
Di civîna han de Mîranî behsa rewşa niha ya Kurdistan û Îraqê kir û ragihand ku, peyvendiyên partiya demokrata Kurdistanê yên li gel part û pêkhateyên din de jî li ser esasa rêz girtin û parastina berejwendiyên bilind û liber çav girtina taybetmendiyan roj bi roj bipêş dikevin.
Mîranî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, paşerojeke gelek baş li benda Kurdistanê ye û dibe Tirkman jî weke pêkhateyeke Kurdistanê di vê warî de rola xwe bi başî bilîzin.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)