Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Rewta Musteqbel ya Lubnanî kir
Îro şandeka bilind ji Rewta Musteqbel ya Lubnanî bi serokatiya şêx Ehmed Herîrî sikrtêrê Rewta Musteqbel û endametiya hejmarek ji endamên mekteba siyasî ya rewtê, di gel Mesrûr Barzanî kombûn.
Di despêka vê kombûnê de şanda navhatî supasiyên xwe pêşkêşî dezgehên Herêma Kurdistanê kirin bo peydakirina heyameka aram û seqmgîr ku bûye egera başbûna pêwendiyan di navbera Lubnan û Herêma Kurdistanê de, di hemû astên siyasî, abûrî û kultrî de.
Ji aliyê xwe ve Mesrûr Barzanî şadbûna xwe bi vê seredanê nîşanda û ragehand ku dîdar û seredan ji vê cor dê bibin egerê zêdetir jihev têgehîştinê û tekez kirin li ser xalên hevpişk û berjewendiyên herêma Kurdistanê û Lubnanê.
Pişt re herdû aliyan li ser rewşa giştiyê Herêma Kurdistanê û rewşa Iraqê û pirsên girîng yên din di asta Rojhelata Navîn de û eger û derfetan û çawaniya hemahengî bo peydakirina seqamgîriya zêdetir û berfireh kirina sinûrên azadiyê û dîmokrasiyê, gengeşe kirin.
Sebaret bi pêwendiyên niha yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, Mesrûr Barzanî ragehand ku kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta niha yê Bexdadê, sedem vedigere bo, binpêkirina destûr û çûn berve tak deselatî ji bal serok wezîrê niha yê Îraqê ve, herweha pabend nebûna wan bi cî bi cî kirina destûr û rêkeftinan.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)