9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Husên: Kurdên Bakur ne ligel helwîstên Cemîl Bayik in ji ber ku dijberiya PDKÊ û hikûmeta Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info
berpirsê liqa 2 ya PDKê Elî Husên

Hewlêr-KDP.info-Berpirsê liqa 2 ya Partyiya Demokrat a Kurdistanê (KDPê) li Hewlêrê dibêje cihê pirsyarê ye ku çima niha PKKê dijberiya PDKê dike, wê yekê diyar dike ku tevî çend serkirdeyên PKKê wê partiyê bi aliyekî din ve dibin, lê Kurdên Bakurê Kurdistanê ne ligel nêrîn û helwîstên Cemîl Bayik in, ji ber ku dijberiya PDKê û hikûmeta Kurdistanê dike.

 

Derbarê wan êrîşên Partiya Karkerên Kurdistanê di rêya dezgehên ragihandinên xwe de bo ser hikûmeta herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê, berpirsê liqa 2 ya PDKê Elî Husên di daxuyaniyekê de bo KDP.info ragihand: “Di vê rewşa aloz ya Iraqê de, ku derfetek ji bo serxwebûna Kurdistanê hatiye, çima PKKê dijberiya me dike? Îro jî Partiya Demokrat a Kurdisatanê (PDKê) û Serok Barzanî peyameke neteweyî helgirtine, ew peyam ne tenê girêdayî PDKê ye wek hizbekî siyasî, peyama Serok Brazanî peyama berjewendiya xelkê Kurdistanê ye, lewra dive em hemû piştgîriyê li wê ezmûnê bikin, serkeftina vê ezmûna Herêma Kurdistanê jî, serkekftina hemû Kurdane li herçar perçeyên Kurdistanê.”

 

Elî Husên dibêje: “Eger PKKê bere vajî berjewendiya gelê Kurdistanê mamele bike, guman çêdibe ku ji aliyê hinek xelik ve hatibin araste kirin û dixwazin yekrêziya gelê Kurd têkbidin û şerê Kurdan bi Kurdan bikin, vêca ew şer bi axaftinan be yan bi puxtanan, ev yek jî cihê pirsyarê ye û dive xelkê Kurdistanê û rewşenbîr û siyasetmedar bersiva wan bidin ku ev êrîş ji bo çine?.”

 

Berpirsê liqa 2 ya Partyiya Demokrat a Kurdistanê (KDPê) li Hewlêrê herwiha dibêje: “Em hest dikin Kurdên Bakurê Kurdistanê tev têkoşerên nav PKKê jî, ne ligel wan nêrîn û helwîstên Cemîl Bayik in, evna nêrînên çend serkirdeyên PKKÊ ne û em bi destekî cihê gumanê dizanin, ew ecêndayên xelkek din bicîh dikin, eger na nîştîmanperwerên Kurd li her cihekî bin piştgiriya herêma Kurdistanê dikin, lewra tiştên ku ew dikin wan dixin cihê gumanên mezin de û dê bikevin pêşiya dîrokê de.”

Nûçeyên têkildar