Bazirganên bajarê Soran piştîgîriya hêzên Pêşmerge dikin
__2014_07_02_h19m54s48__BA.jpg)
Soran-KDP.info- Hijmarek mezin ji bazirgan û sermayedarên bajarê Soranê, alîkarî û piştevaniya xwe ji bona wan pêşmergeyên li eniyên şer ragihandin.
Di civînekê de, berpirsê liqa 10 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Elî Teter, li gel bazirgan û zengînên devera Soranê, li hola liqa 10, rewşa niha ya xelkê Kurdistanê giftûgo kirin û bazirganan jî piştgîriya xwe bo pêşmergeyên li eniyên şer derbirîn û amadebûna xwe ji bona wî erkê niştîmanî nîşan dan.
Ev e jî di demekê de ye, ku her li liqa 10 ya PDKê kempînek ji bona komkirina alîkariyan ji aliyê xelkên devera Soranê ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li eniyên şer de hatibû çêkirin.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)