9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Bi sedan mamoste û fermanberên Şêxanê piştgîrî li peyama Serok Barzanî dikin

Çavkanî: KDP.info

Şêxan-KDP.info- Ji bona piştgîrîkirin li peyama Serok Barzanî  û hêzên pêşmergeyan, îro kempînek ji aliyê rêveberiya perwerda Şêxan hate ragehandin û bi sedan mamostayên deverê navên xwe nivîsandin.

 

Îro bi amadebûna endamê encûmena serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqa 20 ya Şêxanê Elî Ewnî, kempînek ji aliyyê rêveberiya perwerdeya Şêxan hate ragehandin û bi sedan mamoste û fermanberên sînûrê perwerdeya Şêxan navên xwe tomar kirin û sozdan bi hemû şêweyan piştgîriyê li peyama serok Barzanî û hêzên pêşmergeyan bikin û bergiriyê li xaka pîroz a Kurdistanê bikin.

 

Ji aliyê xwe ve berpirsê liqa 20 ya Şêxan peyvek pêşkêş kir û tê de destxweşî û sipasiya hestê wan yê neteweyî yê bilind kir û got pêdiviye em hemê pêkve bergiriyê li Kurdistanê bikin li êrşên tîrorîstan û piştgîriya peyama Serok Barzanî bikin.

Nûçeyên têkildar