Şandeke Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Rojava serdana mezarê nemiran kir
__2014_06_25_h13m26s48__BA.jpg)
Barzan-KDP.info- Şandek ji Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistan li Rojava serdana mazarê nemiran li devera Barzan kir.
Doh çarçemê, 24-6-2014 şandeke ji endamên Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistan li Rojava li her du kampên Kewregosk û Qoştepe serdana mezarê nemiran li devera Barzan kir û tekez kirin ku ewê pabend bin bi rêbaza Barzaniyê nemir ku rêbaza doza kurdî ye.
Nûnerê Serok Barzanî, Şêx Xelat Barzanî pêşwaziya wê şandeyê kir û kêfxweşiya xwe anî ziman derbarê vê serdanê û ew serdan bi pîroz û buha nirxand.
Li gor Rojava FM, Şêx xelat Barzanî axaftinek pêşkêş kir ku têde li ser kurte jiyana Barzaniyê nemir û piştgiriya wî ji xwendevanan re û rola wî di doza Kurdî de li her çar perçeyên Kurdistanê axivî.
Ji aliyê xwe ve jî berpirsê liqa Herêma Kurdistanê a Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistan li Rojava Ebdiletîf Mûsa kêfxweşiya şandeyê bi vê serdanê anî ziman û da zanîn ku xwendevanên Yekîtiyê dê kar û xebatên xwe li ser rêbaza kurdayetiyê rêbaza Barzaniyê nemir berdewam bikin.
Pişt re wê şandeyê serdana goristan û pêşangeha Enfalan li devera Barzan kir û ji aliyê rêveberê goristanê Heyder Mizûrî ve hate pêşwazî kirin.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)