Zaxo.. Pêşmergeyên xaninşîn piştgîriya peyama Serok Barzanî dikin

Zaxo-KDP.info-Pêşmergeyên dêrîn û xaninşîn yên devera Zaxoyê piştî peyama Serok Barzanî amade bûna xwe ji bo parastina Kurdistanê diyar kirin û navê xwe tomar dikin.
Di çarçoveya kempînên piştgîrîkirina hêzên pêşmerge yên Kurdistanê û herwiha bicîhanîna peyama Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de ku tê de daxwaz ji pêşmergeyên xaninşîn kiribû daku amadebin û piştgîriya hêzên pêşmerge bikin, îro pêşmergeyên xaninşîn yên devera Zaxo serdana Liqa 8 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) kirin û navê xwe tomar kirin.
Pêşmergeyên dêzîn ragehandin ku ew bi tevahiya îmkan û derfetên xwe ve amadene hevkariya hêzên pêşmerge bikin û peyama Serokê Kurdistanê bicîh bînin.
Her îro li Parêzgeha Şernaxê ya li Bakûrê Kurdistanê de jî hijmareke zêde ji pêşmergeyên berê di civîneke girseyî de diyar kirin ku ew amadene peyama Serokê Kurdistanê cîhbicîh bikin û bo vê yekê jî li benda biryara Serokê Kurdistanê ne.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)