Polîtburoya PDKê ragihandina kabîneya 8eştemîn pîroz kir

Hewlêr-KDP.info-Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) di peyamekê de ragihandina kabîneya 8eştemîn pîroz kir.
Ev jî deqa wê ye:
Birêz Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê
Bi helkefta ragihandina kabîneya nû ya hikûmetê û wergirtina baweriyê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve, em gerimtirîn pîrozbahiyê li we û gelê Kurdistanê dikin, em hêvîdarin her di kar û çalakiyên xwe de berdewam bin bo darijtin û berew pêşvebirina bingehên dam û dezgehên hikûmeta Herêmê û bi dest xistina hêviyên gelê me.
Eşkere ye ew deskewtênmezin yên hikûmeta Herêmê û bi damûdezgehkirina yeke pêkhenerên bi sedema xebat û berxwedaniya karwaneye dûr û dirêj û xwîna şehîdên nemirin, îro jî ragihandina kabîneya heştemîn ya hikûmeta Herêma Kurdistanê wek rengdana rewşa rast û dirust ya siyasî û wekheviya hêz û aliyên siyasî û peşdarîkirina wan di vê piroseya hikumraniyê de, ji aliyekî ve cihê dilsoziyê ye û hertim mizgîniya pêvajoyeke girînge di berdewamiya kar û çalakiyan.
Gelê Kurdistanê di bin siya kabîneya derbasbûyî de pêşketineke mezin di hemû aliyan de çêkiriye û gavên diyar di warê xizmetgûzarî û avakirin û aramî û asayişê de avêtine, lewra em bêgumanin ku kabîneya nû jî dê bi heman pêlan û nexşe be û dê berdewam be û destkeftên zêdetir û baştir ji bona welatiyan bidest bixe.
Bi taybetî rola rêzdar Nêçîrvan Barzanî wek serokê hikûmeta Herêmê berçav bû û hertim cihê tiliyên wî diyare û bi bandorin û em piştrastin dîsa dê ligel hevalên xwe dê peyama xizmeta zêdetir ji bona Kurdistanê di ligel wan be.
Bêguman em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya birêz Serok Masûd Barzanî ji bilî ku em bi temamî piştgîriyeke berdewam pêşkêşî kabîneya nû bikin, û em hêvîdarin di vê gunaxa nû û hestiyar ya Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên Dervey îdareya Herêma Kurdistanê û navçe bi giştî de, û bi hemahengî û hevkariya dam û dezgehên şerî li Herêmê.
Carek din ragihandina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê li we û xelkê Kurdistanê yên xweştivî pîrozdikin û hêvî xwazin ku Kurdistan ber bi pêşerojeke geştir here.
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê)
18-6-2014




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)