9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

PDKê kandîdên xwe ji bo postê wezîrên kabîneya nû diyar kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokê Frakisyona Zer ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku PDKê bi fermî kandîdên xwe ji bo kabîneya nû a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek alî kiriye.

Omîd Xoxnaw, Serokê Frakisyona Zer ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: PDKê bi fermî kandîdên xwe ji bo kabîneya nû diyar kirine, ku bi vî awayî ne:

Piştîwan Sadiq, Wezîrê Perwerdeyê

Elî Sindî, Wezîrê Pilandananê

Aştî Hewamî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî

Kerîm Şingalî, Wezîrê Navxwe

Newroz Mewlud, Wezîra Şarewaniyê.

Hêjayî gotinê ye, sibê çarşemê seat 3yê pişî nîvro, Parlamentoya Kudistanê dê bicive û têde dê bawerî bi kabîneya nû bê dayîn û wezîrên nû dê sund bixwin, herwiha Nêçîrvan Barzanî wek Serokwezîrê nû dê karnameya siyasî pêşkêş bike ji Parlamantoyê re.

Nûçeyên têkildar