PDKê li Mûsilê ji kursiyên xwe nerazîye û dê gilî bike

Mûsil-KDP.info-Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê dibêje ku li parêzgeha Neynewa zilim li PDKê hatiye kirin, ji ber ku li gor dengên me gerek me 7 kursî bi dest xistibana ne 6 wek hat ragihandin, lewra emê li ba Komisyonê gilî bikin û sikala tomar bikin.
Ismet Receb, berpirsê 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Kêmbûna kursiyên me li Parêzgeha Mûsilê ji bo 2 sedeman vedgere, ya yekemîn ku rêjeke mezin ji xelkên wê parêzgehê beşdarbûn di hilbijartinan vê carê de, û sesema duyemîn jî ew sîstema nû ye, ku bandore xwe hebû.”
Ismet Receb got jî: “Ji bilî wê jî, me 185 hezar û 500 deng bi dest xistine ku li gor hilbijartinên derbasbûyî de dengên me kêm nebûne, lê sedema kêmûne kursiyên me ew herdû sedem bûn.”
Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê herwiha zelal kir: “Li gor jimareya dengan gerek kursiyên me 7 bin, lê hat ragihandin ku 6 kursiyên me ne, lewra em nerazîne û emê li ba Komisyonê gilî bikin û sikala tomar bikin.”




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)