9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Bi amadebûna shandeke PDKê li Elmaniya kuşina 4 Êzdiyên Şingalê hat şermezarkirin

Çavkanî: KDP.info

Elmaqniya-KDP.info-Ji bo şermezarkirin wan kiriyarên teroristî li dijî Êzdiyên Şingalê‌, Navenda‌ Laleş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî _ Elmaniya û bi amadebeûna herdû lîjnên Partiya Demokrat a Kurdistanê li Dîsldorif û Hanoverê pirsa şehîdên Şingalê birêve birin.

Di peyvekê‌ de Xelat Şêx Murad berpirsê‌ lêjneya nawça Hanover ya PDKê bal kişand ser hevxemiya partî bo malbatên lêqewmawên wî karê‌ terorstî yê‌ li dijî xelkê‌ sivîl ji Kurdên Êzdî li Şingalê hatîne encamdan ji aliyê‌ nehezên mirovatiyê‌ ve.

Şêx Xelat got jî: Em jî bi tundî wan hêrşan şermezar dikin û piştevaniya xelkê‌ Şingalê ji hemî aliyekî ve dikin.

Li roja 18.05.2014 û bi amadebûna hejmareka mal û komelên Kurdên Êzdî ji parçeyên cudayên Kurdistanê‌ û nûnerên Partiya Demokrat a kurdistanê û cemawerkî mezin li êvareyeka matemîniyê de pirse û behiya şeş gencên Şingalê birêve çû.

Di heyama derbazbûna giropên tundrew û teroristî berdewam hêrişa dikine ser kesên sivîl li Şingalê û cotiyarên Êzdî li devera Rebîe, li heftiya derbasbûy jibal giropên terorstî ve li devera Rebîe şeş genc hatine şehîd kirin û bi hezaran cotiyar jiser karên xwe reviyane.

Di wan rê‌ û resman de şeş komelên Êzdiyan û bi amadebûna kenalên ragehandina Kurdistanî çendîn bîr û boçûn derbareyî rêgirtin li van karên şermezarkirî li dijî xelkê‌ Şingalê û bi taybetî avakirina hêzeka pêşmerge û cêbecêkirina madeya 140 û vegerandina wan deveran jibo nav Kurdistanê‌.

 

Nûçeyên têkildar