9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Mûsil…Ji bilî kursiyên kota, PDKê 9 kursî bi dest xistine

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info-Berpirsê ragihandina liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê got, li gor encama wan dengên ku heta niha hatine jimartin, dengên PDKê bo 180 hezar dengan zêde bûne.

 

Seyîd Memuzînî, Berpirsê ragihandina liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê, ji KDP.info re ragehand: "Rêjeya dengên Partiya Demokrat a Kurdistamê di hilbijartinên Civata Nûnerên Iraqê de berdewam zêde dibin û heta gehiştine 180 hezar dengî, ku dike nêzîkî 9 kursiyan, ji bilî kursiyên kota, yên Şebek û Mesîhiyan."

 

Herwiha Memuzînî got: "Bi vî rengî be, ku dengên PDKê her zêde bikin û heta ku hemû deng bên jimartin, eger heye ku PDKê bibe lîsta yekemîn li Mûsilê û eger nebe yekemîn 100% dê bibe duyemîn."

 

Berpirsê ragihandina liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê diyar kir ku ev denganên han tenê yên hilbijartina giştîne û heta niha dengên hilbijartina tayîbetî negehiştine destên me.

Nûçeyên têkildar