9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Younis Lutfula Goran namzedê Kurdên Hollenda ye bo Perlementoya Europayê

Çavkanî: KDP.info

Holenda-KDP.info-Civînek li Holendayê bo piştgirîkirina kandîdê Kurd bo perlementoya Europayê birêz Younis Lutfula Goran hate li dar xistin.

 

Duh Yekşemba 4-5-2014 li bajarê Amsterdam bi amadebûna Dîndar Koçer kargêr û berpirsê ragehandina Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û Soran Çawoş berpirsê Yeketiya Qûtabî û Lawên Kurd li Hollenda û çend nûnerên din yên partiyên siyasî yên Kurdistanî û rêkxistinên cemawerî û dezgehên ragehandinê yên Kurdî civînek hate li dar xistin bo piştgirîkirina kandîdê Kurd bo perlementoya Europayê birêz Younis Lutfula Goran.

Birêz Younis Lutfula Goran li ser navê Partiya Sosiyalîst ya Hollendî (SP) yê hatiye kandîdkirin bo helbijartinên perlementoya Europayê ku li 22 gulanê 2014 dê bên encamdan.


Younis Lutfula Goran ko jimare 22 ye di lîstê de daxwaza piştgiriyê ji revenda Kurd kir li welatê Hollenda û her wesa got ew dê bibe dengê wana li Brukselê û ew piştevanê doza rewa ya gelê Kurd be li her çar parçeyên Kurdistanê.

Dîndar Koçer ji li ser navê PDKê  ji KDP.info re got: "Em piştevaniya her kesekî dikin ewê piştevaniya doza gelê Kurd bike li her cihekê be, nexasim ku kek Younis ji nêzîk ve em nas dikin bêgûman em dê piştevaniyê lê bikin."

 

Herwiha di berdewamiya axiftina xwe got: "Me revendeka fireh li Hollenda heye û pêwîste revenda me nûnerên xwe li Brukselê û Den Haagê hebin."

Nûçeyên têkildar