9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Mîr Tehsîn Beg: Serkeftina PDKê, serkeftina hemû Êzdiyane û pêkve jiyana di navbera pêkhatan de ye

Çavkanî: KDP.info

Şêxan-KDP.info-Mîr Tehsîn Beg, mîrê Êzdiyan serdana liqa PDKê li Şêxan kir û diyar kir ku Serkeftina PDKê, serkeftina hemû Êzdiyane

û pêkve jiyana birayane ya di navbera pêkhatên devera Şêxan de ye.

 

Îro 4/5/2014berpirsê liqê 20 û endamê Civata Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê pêşwazî li Mîr Tehsîn Beg mîrê Êzdiyan kir.

 

Di rûnştinê de Mîr Tehsîn Beg helwîstê Serok Barzanîsebaret siyaseta Bexdayê de bi girîng zanî, dema got eger encamên helbijartinan ne bine egerê dirustbûna guhrînan di siyaset û helwîstên Bexdadê de, Kurdistan dê neçar be xwe biparêze û nabine pişkek ji aloziya girftên Iraqê.

 

Piştre her dû aliyan behsê aramî û tenahiya Kurdistanê kirin û hêvî xwastin ku ev êmnahiya ku heye berdewam be li seranserî Kurdistanê.

 

Di tewerekê dî ya vê hevdîtinê de behsê serkeftina proseya hilbijartinên 30ê nîsanê yên civata nûnerên Iraqê û civatên parêzgehên Herêma Kurdistanê hate kirin ku bi aramî bi rêveçûn û paşan Mîr Tehsîn got serkeftina PDKê serkeftina hemû Êzdiyane û pêkve jiyana birayane ya di navbera pêkhatên devera Şêxan de ye.

 

Di dawiyê de jî berpirsê liqê 20 Elî Ewnî xweşhaliya xwe bi vê serdanê diyarkir û bi navê liqê 20 û serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê sipasiya helwîstên ciwamêrane yên Mîr Tehsîn Beg kir.

Nûçeyên têkildar