Serbest Lezgîn: Serkeftina lîstên PDKê misogerkirina serkeftina ezmûna herêmê ye û parastina yekrêziya navmala Kurdistanê ye

Zaxo-KDP.info- Berpirsê liqê 8 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê behsê girîngiya hilbijardinên civata nûnerên Iraqê û parêzgehên Kurdistanê û bernameya partî kir û diyar kir ku hilbijardinên vê carê taybetmendiyeka wan zor heye û ev hilbijardine girêdayne bi pêgehê netewê Kurd û PDKê ve li Bexda ku ne bi tenê beşdariyê di hilbijartinan de bikin, belku bi germ û gurî xelkê hanbidin ku biçine ser sinduqên dengdanê û dengên xwe bidine lîstên partî hijimare (213) bo civata nûnerên Iraqê û (76) bo civata parêzgehan, çunkî di şiyandaye lîstên partî destkeftên baştir bo xelkê Kurdistanê bi destve bîne.
Berpirsê liqê 8 ê partî li Zaxo Serbest Lezgîn bo KDP.info diyar kir ku, çend rewşa Iraqê aloz be em bêtir rijdîn ku kêşe û girftên henukeyî bi şêwekê dîmokrasî û bi diyalok çareser bikin û vî biyavî da serkirdayetiya kurdî û cenabê Serok Barzanî rolekî mezin û berçav gêraye lewra dixwazin xelkê Zaxo ya xweragir weku hemû caran pêşrew bin jibo piştevanîkirina lîstên Partiya Demokrat a Kurdistanê.
Derbarê hilbijartinên parêzgehan jî berpirsê liqê got: "Ev hilbijartine jibo diyarkirina îdara navxweya Kurdistanê ye û divî biyavî de li her cihekê Partiya Demokrat a Kurdistanê xwedan desthelat pêşevçûn û werareka berçav bi xwe ve dîtiye û îro jî di şiyanên lîsta partî deye ku van destkeftan bi parêze û ayndekê geştir bo xelkê Kurdistanê bi destve bîne ku dengên xwe bidine lîstên Partiya Demokrat a Kurdistanê hijmare (213) bo civata nûnerên Iraqê û (76) bo civata parêzgehên Kurdistanê.
Berpirsê liqê 8 ê partî behsê girîngiya hilbijartinên perlemanê Iraqê û civatên parêzgehên Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir ku hevwelatî bi rêjeka baş bi hemû tex û çînên xwe ve pişkdariyê di van hilbijartinan de bikin û dengê xwe bidin lîsta (213) lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê bo civata nûnerên Iraqê û lîsta (76) bo civatên parêzgehên herêmê û namzedên partî yên wan herdû lîstan çunkî serkeftina lîstên partî di herdû hilbijartinan de zaminê serkeftina ezmûna herêmê û parastina şer'iyetê û yekrêziya navmala Kurdistanî û piştevaniya helwîstên neteweyî yên Serok Barzanî û berevanî kirine ji xwîna şehîdên Kurdistanê çunkî daku hemû biyavên jiyanê pêşve biçin.
Herwiha Serbest Lezgîn behsê bernamê PDKê kir û diyar kir ku niha hemû kargêr û endam û kadir û alîgirên partî pêkve kar dikin li dêv bernamekê darîştî ji bo wê yekê xelkek bê handan ku beşdariyê di van hilbijartinan de bikin û bi baweriya min rêja beşdariya xelkê û serkeftina herdû lîstên partî di van hilbijartinan de li Zaxo dê ya zêde be û dê baştir be ji hilbijratinên çûyî de çunkî roj bi rojê alîgirên partî berev zêdebûne û xelkek têgehiştiye ku bi tenê partî dikare xizmeta wan bike û xewna xelkê kurdistanê bînîte cî ew jî projî dewletbûnina Kurdistanê ye.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)