Cemawerê devera Amêdiyê serdana mezarê nemiran li Barzan kirin

Barzan-KDP.info/ Bi helkefta bîreweriya ji daykbuna babê ruhî yê miletê kurd "Mela Mustefa Barzanî", duh çarûşemê, berpirs û kargêr û endam û kadirên liqê (18) yê Partiya Demokrat a Kurdistanê û lijnên bi serve û alîgirên partî ji tex û çînên cuda cuda li devera Amêdiyê ji pêşmergên herdû şoreşên Eylula mezin û Gulana pêşkeftin xwaz û zanayên olê islamê û mamosta û xwendekar û law û jinên deverê, seredana mezarê nemiran li Barzan kirin û soz û peyman nûkirine ve û wefadriya xwe bo rêbaza Barzaniyê nemir dupatkirin.
Bi rêpîvaneka rêkxstî bi serkêşiya Kurd wiha helgirên alayên Kurdistanê û wênê Barzaniyê nemir û lafîteyên bi druşmên cuda cuda hatin reng kirin, û pişkdarên vê rêwresmê gehştine ser mezar û ji aliyê şêx (Yaer Barzanî) nûnerê serok Barzanî ve, bi germî hatin pîşewazîkirin.
Piştî danana tace gulan li ser mezarê nemran û xandina sureta (Alfatîhe) peyvek ji aliyê hêja (Ferîq Farûq) berpirsê liqê ve hate xwandin û têde amaje bi rol û xebat û rêbaza babê ruhî yê netewa kurd serkirdeyê mezin (Barzanî) yê nemir û kak (Idrîs) ê herdem sax, da û bi navê cemawerê devera Amêdiyê soz û wefadarî ya xwe û tex û çînên cuda yên devera Amêdiyê ji bo rêbaza pîroza Barzaniyê nemir ku kurdînî ya rasteqîneye nûkirne, û got îro bi bergirîkirin li axa Kurdistanê û parastina destkeftên bi xwîna şehîdan hatîne digurê de, û hatin bo ser mezarê nemiran dupatkirina van soz û peymanaye.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)