Berpirsê liqê 1 pêşwazî li hijmareke xwendekarên zanîngehên Almaniyayê kir

Dihok-KDP.info/ Doh yekşemê, Umer Nureyîberpirsê liqê 1 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê bi wekalet, bi amadebûna hijmareke kargêrên liqê û berpirsê liqê zanko û berpirsên peymangehên Dihokê yên Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê li baregayê liqê pêşwazî li şandeke xwendekarên zanîngehên Almaniyayê kir ku ji 23 xwendekaran pêk tê.
Ew xwendekar bi merema vekolînên zanistî qesta herêma kurdistanê kirine û dê bo demê heşt rojan li Herêma Kurdistanê vekolînên zanstî encam bidin.
Di rûniştinekê de piştî bixêrhatina şandê navbirî bo Herêma Kurdistanê berpirsê liqê dest xweşî li çêkirina vekolînên zanistî li ser rewiş û dîroka herêmê kir.
Her wiha berpirsê liqê bi wekalet çend runkirinek li ser rewşa herêmê û pêşkeftinên bi xwe ve dîtin di hemû biyavan de bi taybet di biyavên avakirin û êmnahî û pêşkvejiyana hemû netewa li Herêma Kurdistanê diyar kirin.
Ji aliyê xwe ve şandê navbirî sipasiya liqê yek ê partî kir bo vê pêşwaziya gerim û harîkarîkirina liqê Yek bo wan asankariyên di kar û vekulînan de.
Li dawiyê de Umer Nureyî amadeyî û piştevaniya xwe û liqê Yek bo her karekê pêdivî diyar kir.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)