Liqên 18 û Yek roja jinan pîroz kirin

Bi helkefta roja cîhanî ya jinan, liqên 18 û Yek yên Partiya Demokrat a Kurdistanê ev roj li jinên Kurdistanê pîroz kirin.
Bi helkefta roja cîhanî ya jinan liqê yek ê Partiya Demokrat a Kurdistanê beyannamek belavkir û têde hatiye:
Di dîroka miletên cîhanê de çendîn bîrewerî û rûdan bûne nimûne û hêma û helkeftên giring ji wan jî roja 8ê Adara sala 1980 bûye roja cîhanî ya jinan ji encamê wê serederîkirina hovane ya wilayetên Yekgirtiyên Emrîka dijî jinên kirêkar di kargehan de hatiye kirin ku di encam de hijmareke jinan bûne qurbanî.
Jinên Kurdistanê jî bi rêz ve pêşwazî li vê helkeftê dikin û bêtir ji gelek jinên cîhanê rengên zulim û zordarî û janên nexweşiyê li ser destê rêjîmên zordar û dîktatorên Iraqê dîtine.
Li vêde û bi navê liqê Yek yê Partiya Demokrat a Kurdistanê 8ê adarê li hemû jinên cîhanê û Kurdistanê pîroz dikin û hêviya pêşkeftin û bexteweriyê ji wan re dixwazin.
Her bi helkefta 8ê adarê roja cîhanî ya jinan liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kiriye û têde hatiye:
Jina Kurdistanê her ji destpêka şoreşên Kurdî û bizava rizgarî xwaza miletê Kurdistanê rastî nexweşî û eşkencedan û zurdariyê bûne bi destê rejîmên yek li dûv yek yên Iraqê, her wiha jinê mil bi milê zilaman xizmeta şoreşê kiriye û di hemû biyavên jiyanê de.
Lewma bi vê helkeftê pîrozbahiyên liqê 18 yê partî digehînîne hemû jinên Kurdistanê û Iraqê û bi taybet jinên devera Amêdiyê û silav bo giyanê paqijê hemû şehîdên Kurdistanê û ew jinên giyanê xwe kirine qurban di rêka bizava rizgarî xwaza miletê Kurdistanê de.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)