9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Peyvdarê Fermî

Berdevkê PDKê: Gotinên berdevkê YPGê ji ratstiyê dûr in û buxtan in

Çavkanî: KDP.info
Berdevkê Polîtburoya PDKê Ceifer Êminkî

Hewlêr-KDP.info/Berdevkê Polîtburoya PDKê Ceifer Êminkî, ragihand ku, ew daxuyaniyên berpirsekî YPGê ku gotibû "PDK bi rêya Tirkiyê re pêşmergeyan dişîne Sûriyê û li dijî me dide şerkirin" got, ew daxuyanî buxtan û ji ratstiyê dûr in. Êminkî her wiha ji ber belavkirina wê nûçeyê rexne li rojnameya Hawwlatî girt.

Rojnameya Hawwlatî di hejmara xwe de hevpeyvînek bi berpirsekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYDê bi navê Polat Can belav kiriye û wî berdevkê YPGê îdia kiriye ku PDK bi rêya Tirkiyê re pêşmergeyan dişîne Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û li dijî YPGê dide şerkirin.

Li hember vê yekê, Berdevkê Polîtburoya PDKê Ceifer Êminkî di daxuyaniyekê de bersiva wî berdevkê YPGê û rojnameya Hawwlatî da. Êminkî diyar kir ku ew gotin û îdia ji ratstiyê dûr in û buxtan in û wiha got: "Gotinên berdevkê YPGê bi eşkere nîşan dide ku ew di nav wehm û reşkirinê de ne."

Êminkî her wiha ji ber belavkirina wan daxuyanî û gotinên berdevkê YPGê rexne li rojnameya Hawwlatî jî girt û got, diviya Hawwlatî bi awayekî berpirsiyarane tevgeriyaba û derew û buxtanên wisa belav nekiriba.

Nûçeyên têkildar