9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Balîyozê Polonîya li Iraqê seredana nivîsgeha derveya KDP kir

Çavkanî: KDP.info

Ji bo veguhaztina nerîn û pêzanînanên dawîyên helwêsta PDK li ser pêwendîyên navbera herêma Kurdistanê û Baxdadê û rewşa Sûrîya û pêşveçûna herêmayetî, D. Stansîlav Smoln balîyozê Polonîya li Iraqê digel her yek ji D. Cêrzî Baber û Krîstov Şitraçota yên li navebda vexwendina stratîjîya Polonîya, seredana nivîsgeha pêwendîyên derve yên KDP kir û digel Hêmin Hewramî berpirsê nivîsgeha pêwendîyên derve re kombûnek saz kirin.

Balîyozê Polonîya kurteyek li ser ewan karan da nîşandan ewên ku ji bo hêzkirina pêwendîyên navbera herêma Kurdistanê û Polonîya hatine encamdan û weha jî da nîşandan ku di maweyekî nêzîk de hemû xizmetguzarîyên karê kunsolgerîyê li Hewlêrê dest pê dibe.
Piştre Hêmin Hewramî bersifa çendîn pirsên heyeta mêwan da û balkêşande ser helwest û nêrîn û siyasetên partiya demokrata Kurdistanê yên di derbarê çendîn meseleyên girîng de.

Nûçeyên têkildar