9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Fazil Mîranî pêşwazîya parlîyamenterên bi ser kutleya KDP li parlîyamenta Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî li bargeha polîtburoya KDP li bajêrê Selaheddînê, sekreterê polîtburoya KDP Fazil Mîranî pêşwazîya endamên parlîyamentê Kurdistanê yên bi ser kutleya KDP kir.Di kombûnê de Mehmûd Muhemmed endamê polîtburoya KDP û Remzî Şeaban endamê yedekê polîtburoya KDP tê de amadebûn.

Fazil Mîranî, piştî bixêrhatinê, behsa rewşa îroyî ya Iraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî kir û amaje bi evê çendê jî kir ku girjî navbera herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqa fedral heye ji ber ku alîyên desthilatdarên Iraqê bi destûrê pabend nabin.

Herweha Fazil Mîranî behsa evê çendê kir ku serok Barzanî û em wek KDP berevanîya neguhirên neteweya Kurd li Kurdistanê û neguhurên niştimanîya Iraqê dikin, bi taybetî diristkirina pirosesa sîyasî û hevpişkatîya rast li ser rêkeftina navbera pêkhatên sîyasîyên Iraqê bi taybetî rêkeftina Hewlêrê.

Li dawîyê sekreterê polîtburoya KDP destxweşîya kutleya KDP li parlîyamenta Kurdistanê kir, ji alîyên xwe ve evan parlîyamentaran sipasîya xwe ji bo evê pêşwazîyê kirin.

Nûçeyên têkildar