9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Peyama pîrozbahîya KDP bi boneya bidawî hatina kongireya partîya Kommunîst

Çavkanî: KDP.info

Polîtburoya KDP bi boneya dawî hatina kongireya pêncem a partîya Kommunîsta Kurdistanê peyamek arasteya sekreterê giştî û komîta navenda partîya Kommunîsta Kurdistanê kir.

Hevalê me yê birêz (Kemal Şakir) sekreterê komîta navendî ya partîya Kommunîsta Kurdistanê ya hevpeyman.
Silav û rêz...

Bi boneya bi dawî hatine karên kongireya pêncem a Partîya we ya têkoşer bi serkeftî û ji nûve hilbijartina we yê birêz wek sekreterê komîta navendîya partîya Kommunîsta Kurdistanê, em pîrozbahîyeka gerim li we û li hemû Kommunîstên Kurdistanê dikin û em bi rêya te jî pîrozbahîya li ewan hevalan dikin, ku bo komîta navendî û polîtburo û komîta bilinda evê partîya hatine hilbijartin.

Em li polîtburoya KDP û hemû endam û alîgirên KDP bi serbilindî ve xebat û rola niştimanperwerîya partîya Kommunîsta Kurdistanê û kesayetîya we yê birêz ku herdem li bereyê, em pêkve bûn bo nemana dîktatoryetê û zilma şofînî û damezrandina dewleteka demokrasî û medenî û pêşkeftina civakî û dadperwerî û avakirina Kurdistanê, niha jî em di heman bereyê de digel hêzên niştimanperwer û demokratîxwazên Iraqê de ne, me dirêjahî bi xebat daye da ku careka din dîktatoryet venegere û destûr jî wek ewê ku hatîye bo damezrandina Iraqa nû û demokrat û fedral bihê cihbicih kirin û Iraq ji cenga mezhebî û cudakarîya netweyî û meyla takrawî û sentralism rizgar bibe û herêma Kurdistanê bi aramî û aştîyane ber bi xebata xurtirkirina bingeha demokrasîyê ve biçe.

Careka din em pîrozbahîyê li we û li Kommunîstên Kurdistanê dikin.


Polîtburoya KDP
16/07/2012
 

Nûçeyên têkildar