9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Şirove û bûçûn

Serdana Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Nûredîn Weysî

 Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Ameda Bakurê Kurdistanê, bi hemû pîvanekê dîrokî û kêm wêne bû, herçiqas hinek kesan li vir û dera han xwestin bi hincetên cuda cuda girîngiya wê serdanê kêm bikin, lê di dawî de serkeftin bidest nexistin û serdanê jî komek peyam li pey xwe bicîh hiştin.

Heta berî niha bi demeke kurt jî, piraniya Tirkan, Kurd wek mirov jî nedidîtin, berpirsên Kurdan di çavê Tirkan de, di rewşa herî baş de wek serokeşîr û çete dihatin dîtin. Lê belê îro serokwezhirekî Tirk Recep Tayyip Erdogan li Bakurê Kurdistanê wek Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Barzanî dike, behsa aştî û vekhevîbûna hevwelatiyên Tirkiyê û girtina girtîgehan dike. Rast e di vê helkeftê de mebesta Erdogan heye û dixwaze asta cemawerê xwe zêde bike, normal e jî ku armanceke wî ya wiha hebe, lê belê çênabe ji bîra me biçe, di tarîxa sed salî ya Tirkiyê de, Erdogan take siyasetvanê Tirk e îtiraf bi hinek mafên Kurd kiriye ku berpirsên din ên Tirk wek tawan dibînin.

Yên ku dijayetiya serdana Barzanî kirin, du cephe bûn; Yek ji wan hinek aliyên mixalefeta Herêma Kurdistanê bûn, nerazhibûna wan jî li ser wê yekê bû ku pêşwext ew nehatine agahdarkirin, wek bibêjî divê Serokê Herêmê di hemû rabûn û rûniştinekê de bi wan bişêwire! Ya herî balkêş û ecêb jî ew bû ku Berdevkê Tevgera Goran got: ‘’Tu peywendiya wê serdanê bi siyasetê ve nîne û bazirganî ye!’‘, evna jî heta tu bibêjî famnekirina siyasetê ye, ji ber berjewendiyên aborî û fakterên bazirganî li pişt piraniya peywendiyên siyasî yên îroyî cîhanê ne. Herwiha me got mebesteke bazirganî jî li pişt vê serdanê ye, xirabbûna wê çiye?

Tirkiye hevbeşê bazirganî yê derece yek ê Herêma Kurdistanê ye û deriyê serekî yê herêmê ye ber bi Ewropayê ve. Ew bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, fêdeyeke baş daye Kurdên Bakurê Kurdistanê jî, ji ber piraniya wan karsazên ku li Herêma Kurdistanê wek karsazên Tirk û şirketên Tirkî tên naskirin, ya rast Kurd in û xelkê Bakurê Kurdistanê ne, îro bi hezaran Kurdên Bakur li Herêma Kurdistanê dijîn û kar dikin. Lewra ew rexneyên mixalefetê û bi taybetî jî Tevgera Goran ku li wê serdanê digire, tenê çavnebarî û acizbûna şexsî ya ji Barzanhi ye, eger na Tevgera Goran ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gelekî zêdetir dixwaze peywendiyan ligel Tirkiyê girêbide. Her berî niha bi demeke kurt, şandeke Tevgera Goran serdana Tirkiyê kir û di piraniya civînên xwe yên çapemeniyê de jî li ser girîngiya hebûna peywendiyên bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de rawestiyan. Di heman demê de kadroyekî xwiya yê Tevgera Goran û endamê Parlamentoya İraqê Şêx Letîf Umer, di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Today Zaman a Tirkî de, ji bo xatirê çavê Tirkan got: ‘’Li Kurdistanê, Turkmen di jêr zextê de ne û zilm li wan tê kirin!

Tişta balkêş bû, hinek kesan berî niha bi çend salan, rexneyên dijwar li Barzanî digirtin, ji ber gefa bersivdayînê li Tirkiyê dixwar û digotin çawa çêdibe Serokê Herêmê bi wî zimanê dijwar bersiva Tirkiyê bide? Evna di demekê de bû ku Tirkiyê bi hezaran leşker li ser sînorê Başûr komkiribûn û gefa dagîrkirinê dixwar, lê niha îro heman kes dibêjin Barzanî dixwaze Kurdistanê bifroşe Tirkiyê!

Rexnegirtina hinek endamên BDP’ê jî gelekî ecêb bû, ji ber armanca serdana Barzanî, ne dijayetîkirina PKK û BDP’ê bû. Eger gothubêjkirin û civînên ligel Erdogan jî tawan bin, çima ji bo wan rewa ye û gelo proseya aştiyê ligel kê dikin? Herçiqas di vê derê de çênabe helwêsta hemû BDP’yiyan wek hev bê dîtin, ji ber Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û parlamentera naskirî Leyla Zana (herçiqas peywendiyeke wê ya zêde bi BDP’ê ve nemaye) pêşwaziyeke gelekî germ li serdana Barzanî kirin.

Îro Kurd bûne leyistikvanekî girîng û karîger-bi bandor li Rojhilata Navîn. Guman têde nîne di çend salên dahatû de jî doza Kurd gelekî ber bi pêş de diçe û ewa ku hinek kesan wek xewn û xeyal didît, dibe rastî, lê ya girîng yekgirtîbûna hêzên Kurdistanî ye, bi taybetî PDK û PKK, ku du hêzên herî bi bandor in di meydanê de û divê ji bo serxistina armancên neteweyî, dawî li nakokiyan bînin.

Nûçeyên têkildar