9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Peyvdarê Fermî

Êmînkî: PDKê derî li ser Salih Muslêm de negirtiye

Çavkanî: KDP.info

Berdevkê PDKê Cefer Êminkî, diyar kir ku PDKê sînor li ser Hevserokê PYDê Salih Muslim de negirtiye û wiha got: “Ji ber ku sînor ji aliyê hikûmetê ve tê birêvebirin nek PDKê.” Êminkî her wiha ragihand, PDKê dê li ser dostanî û hevkariya xwe bi hêzên Kurdistanî re berdewam be û yên jî li dijî vê yekê bin dê rastî şikestinê werin.

Berdevkê PDKê Cefer Êminkî di daxuyaniyekê de bo KDP.info bersiva Hevserokê PYDê Salih Muslim da ku gotûbû “PDKê bixwe deriyê Sêmalka bi ser min de girt” û diyar kir ku PDK ne li dûr ve û ji nêzîk de eleqeya wê bi mesela sînor ve nîne ji ber ku sînor ji aliyê hikûmetê ve tê birêvebirin nek PDKê.

Cefer Êminkî her wiha ragihand ku Salih Muslim di van çend rojên dawiyê de bêsedem li dijî PDKê gotinan dibêje û êrişî wê dike û wiha axivî: “Lê PDK dê di dostanî û hevkariya hêzên kurdî de berdewam be û yên li dijî vê yekê derdikevin dê rastî şikestinê werin

Nûçeyên têkildar