9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Erdogan: em petrola xav ji Kurdistanê dikirin û sûtemenîya pêwîst ji wan re dişînin

Çavkanî: KDP.info

Receb Tayyîp Erdogan serokê hukûmeta Turkîya ragihand, welatê wî biryar daye ku petrola xav ji herêma Kurdistanê bihêne û piştire di parzingehên Turkîya de ji hev veqetane û ew sûtemenîyên pêdivîya herêma Kurdistanê pê heye dê ji wan re bişîne.

Di evê derbarê de li gorî siteya " Turkîya El-Yewm", ku herêma Kurdistanê xwedîyê yedega mezina petrolê ye, lê belê rojane pêdivîya wê gelek bi benzîn û dîzel û keyrosîn heye.

Di evê derbarê de endamê parlîyamenta Kurdistanê û çavdêrê sîyasî Ebdulselam Berwarî, ji KDP re ragihand, ku Kurd dibine lîstikvanekî bihêz di deverê de ji ber ku rêjeyeka mezin ji yedega petrolê û gasa siroştî tê de heye.

Herweha got, " heger di pêşerojê de gasa siroştî ji kurdistanê ve ber bi Turkîyê ve biçe, wê demê bandoreka nêvdewletî dibe û dibe bi altirnatîva gesa Rûsîya û Îranê ewê ber bi Ewropa ve diçe.

Wek tê xuyakirin ku hefteya çûyî wezîrê semanên siroştîyên hukûmeta herêma Kurdistanê ragihand, ku heger hukûmeta herêma Kurdistanê û Bxadadê li şandina petrol li hev nekirin, em dê her petrolê ber bi Turkîyê ve bişînin.

Nûçeyên têkildar