Xwendevan û ciwanên kurd xetîra serkeftinê ne

Bilind mela – Dêrik.
Li jêr kewdan û baredûxên tengevî yên sûrî têde derbasdibê bi giştî û rojavayê kurdistanê bi taybetî ji şoreşeka ta niha berdewame ya ku bangewaziyî dikê ji bo azadiyê û serbestiyê .
Di vî warî de rola genc û xwendevanên kurd li rojava diyar û eşkere bû ku ev texe bû pêşeng û ardûyê şoreşê , li vê derê gotina Barzaniyê nemir tê ziman ( xwendevan serê rimê ne di hemî şoreş û serhildanan de ). Û ewin helgirê xetîra serkeftinê ne û navenda tevgera rêzgarîxwaza kurdî ne .
Encama vê yekê xwendevan û ciwanên rojavayê kurdistanê dîtin ku erk û berpirsiyatiya wan yekîtiyek damezrînin , ji ber ku ev texe pêşberkê hemî hevrêz û rêxistina ne û serkirdayetiya cemawer dikin di xwepêşandanan de . lê di serhindêre bê çar man ne karîn berdewamî bikin bi sedema zordarîya rijêma sûrî û gelek kewdanên civakî .
Pêngava zîrîn di dîroka rojavayê kurdistanê de berî çend rojan xwendevan û ciwanên kurd li rojavayê kurdistanê yekîtîyek damezrandin li Hewlêrê navenda biryara netewî a kurdî , rekeftî 7/9 /2013z li jêr diruşma ( Bi zanyarî û kar nefşek azad û ayîndeyek geş ).
Ev yekîtî hate damezrandin ji bo alîkariya armanc û hêviyên xwendevan û ciwanan ,û ji bo pêkanîna dezgehek xwendekarî û lawanî û karbikê bi şêweyek sivîl û aştîyane û berevaniya vî texî ji metirsiya bira kujî û şerê navxweyî .
Ev yekîtî hate damezrandin ji bo rêzlênana van xwendevan û gencan yên ku binyata miletê me ne , û ji ber giringatiya wan û berevaniya wan ji hemî metirsiyan . Yekîtiya xwendevan û ciwanên dîmokartî kurdistanî biryar dan di kongirê damezrandinê de hemî daxwaz û omîdên xwendevan û gencan bi pêkbînin da ku bikarin jîyanek xweş borînin .
Ev yekîtî pêngavek dîrokîye di pêvajûya tevgera rêzgarîxwaza rojavayê kurdistanê ji ber ti rêxistin berî wê nehatine çêkirin ku di bin baskêt wê de giropek mezin ji keç û xortan kardikê ji Dêrikê ta Efrînê û gelek deverên dî yên ku kurd têde dijîn mina Heleb û Şam .
Ev damezrandina he encamek siruştiye ji rewşek saxlem da ku çemseriya gencên netewî yên xebatkar û xwendevanên ku hêvî omîda wan rahatina arazûyan bi rengek dirust .
Encama vê yekê ,yekîtî gazî û bang dikê ji bo:
- Wan kesan yên bawerin bi rêbaza kurdayetiyê rêbaza Barzaniyê nemir da ku tevlî vê yekîtiyê bin .
-Xemxûr û xwedan xîretên li ser doza kurdî .
- jin yên ji bo mafê xwe yê rewa xebatbike .
- Wan kesan yên baweriya wan di pêdvîya mayin û xweragir li ser xaka rojavayê kurdistanê heye.
- Wî kesî yê daxwaza xebat û têkuşerê di ke .




