9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Şirove û bûçûn

Divê tevavî gelê Kurd, bi awayekî dilsozane destên xwe bidin hev û aramiya Kurdistanê biparêzin

Çavkanî: KDP.info

Îrfan Şemzînî

Dijminên gelê kurd û Kurdistanê roja 29 îlona 2013 bi pîlaneke qirêj û biterorîstên kirê girtî ve li paytexta Herêma Kurdistanê êrîşeke hovane û nemirovanebirin li ser gelê me. Ev  êrîşên ne mirovane ên terorîstî li dijî serkeftin, demokrasi, azadi û hev re jijana gelê Kurdistanê bû. Piştî rejîma baas, gelê Kurdistanê di rojhilata Navîn de bingeheke biratîyê ava kirye û ew demokrasiya ku rêveberya Herêma Kurdistanê ji bo gel kirîye dîyarî, wek derzîyek çavê neyarên gelê Kurd û Kurdistanê re çeqîya ye. Ev nehezên gelê Kurd, herdem sîyasetekî qirêj li hember gelê Kurd bikar anîne, lê nikarîne îradeye gelê Kurd bişkînin. Dema ku bi awayî nikarîne îradeya gelê Kurd bişkînin, wisa hizir dikirin ku, dê îradeya gelê Kurd bi rêya Musulmanetî bişkînin û hewildane navê Îslama pîroz bikin emrazê siyaset û pîlanên xwe yê qirêj û tarî, dema ku ew jî ser negirtîye, dest avêtin êrişên hovane. Hemu cîhan dibîne ku aramî û ewlehiya Kurdistanê nimûneyeke li Rojhialta Navîn. Ji ber vê yekê ye ev êrîşên li hember hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê, li dijî aramî û azadiya tevavî gelê Kurd û Kurdistanê ye.

 

Ew hêzên tarî, ku dixwazin bi êrişên hovane sebira gelê Kurd biceribînin,  vê yekê ji bîr dikin ku gelê Kurd, li hember kîmyabarana Helebce, ênfal û bi komkujîyên hovane serê xwe neçemandîye û îro pêve jî naçemîne. Ew neyar û kiryarên kirê girtîyên wan ên hovane û nemirovane, nikarin rêya pêşya azadî û pêşketina gelê me bigirin. Ji ber ku alaya Kurdistanê, bi xwîna hezaran şehîdan ve hatîye daliqandin û her wusa Demokrasîya Kurdistanê ku di Rojhilata Navîn de wek nûmîne tê dîtin, bi saya rêveberya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi piştgiriya hêza asayîşa Herêma Kurdistanê ve ava bûye. Hkûmeta me ya Kurdistanê, hêvî, rûmet û serbilindiya me hemû kurdên cîhanêye û divê em gelê Kurd bi gişt, bi hesteke şoreşgerî piştgirîya Hikûmet û hêzên asyîya Herêma Kurdistanê bikin, da kû zaroyên me di pêşerojê de di jiyaneke Demokratîk û Azad de bijîn. Divê tevavî gelê Kurd, bi awayekî dilsozane destên xwe bidin hev û aramiya Kurdistanê biparêzin.

 

Nûçeyên têkildar