9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Berpirsê liqê 20 pêşwaziya Mîr Tehsîn Beg mire Êzîdiyan kir

Çavkanî: KDP.info

Şêxan-KDP.info/ Piştî ragehandina encamên helbijartinên perlemanê kurdistanê ku lîsta 110 pila yekê hatiye jibo pîrozbahî kirina Partiya Demokrat a kurdistanê duhî roja (29\9\2013)ê, û li demijmêr (11) sipêdê (Mîr Tehsîn Beg) mîrê Êzîdiyên kurdistanê û Iraqê û cîhanê seredana baregayê liqê 20 yê Şêxan da û ji aliyê rêzdar (Elî Ewnî) berpirsê liqê û kargêrên liqê ve hate pêşwazî kirin.

Heman dem de hejmareka mamostayên olê islamê li devera Şêxan seredana liqê kirin bo heman meram, û di runiştinekê de Mîr Tehsîn Beg û mamostayan pîrozbahiyên xwe araste serkirdayetiya partî û cenabê serok Barzanî û liqê kirin û hêvî xwastin ku herdem partî ya serkeftî be

Nûçeyên têkildar