9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Navbera Koalîsyona Sûriyê û El-Nusra têk dice

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Serokê Koalîsyona Opozîsyona Sûriyê Ehmed El-Cerba bersiva Cepheya El-Nusra da ku ligel tabûrên Artêşa Azad gotibûn ew Koalîsyonê qebûl nakin û got: ‘’Em ji El-Nusra qebûl nakin. Herwiha emê li Stembolê ligel fermandarên Artêşa Azad bicivin.’‘

 Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê Ehmed Cerba diyar kir ku ji ber ku grûpa Cebhet el Nusra girêdayî el Qaîde ye, ew wê grûpê qebûl nakin û nas nakin.

Şeva borî, serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê, Ehmed Cerba, li New Yorkê konfranseke çapemeniyê lidar xist û li ser pêwendiya bi grûpa Cebhet el Nusra re axivî.

 Cerba tekez kir ku ew bi daxuyaniya grûpa navbirî ku tê de gotibû Hevpeymanî nûnertiya wan nake, kêfxweş in û got, ne Cebhet el Nusre pênasînê bi me dike û ne jî em pênasînê bi Cebhet el Nusra dikin.

 

Serokê hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê herwiha got, Cebhet el Nusra grûpeke ser bi rêxistina el-Qaîde ve ye û dixwaze bi darê zorê bîr û baweriyên xwe yên tund li ser civaka Sûriyê ferz bike.

 

Nûçeyên têkildar