Şandeka KDP pişikdarîya konferansa taybeta rojhilata navîn li welatê Çînê kir

Li ser daxwaza Partîya Kommunîsta Çînê, şandeka poltîburoya KDP a pêwendîya derve bi serokatîya Hêmin Hewramî li herêma Tîyancîn li welatê Çînê, pişikdarîya konferansa fireha aborî û sîyasîya rojhilata navîn û rojavaya Asîya û bakurê Afrîka kir.
Di evê konferansê de, San Cînco cihgirê serokê Partîya Kommunîsta Çîn û nûnerên 31 partîyên sîyasî ji 23 welatên cîhanê pişkdar bûn, herweha Hêmin Hewramî gotara KDP pêşkeş kir.
Di evê gotarê de, ji bilî gihandina silava taybeta serokê herêma Kurdistanê, bi navê KDP sipasîya Partîya Kommunîsta Çînê kir û hêvî xwestin ku pêwendîyên navbera herêma Kurdistanê û Çînê xurtir bibe.
Di pişkeka dina evê gotarê de, Hêmin Hewramî behsa pêşkeftinên herêma Kurdistanê kir bi taybetî di biwarên aborî û veberhênanê û pêrewkirina sitratîjîka girînga hukûmeta herêma Kurdistanê bo paldana veberhênanên bîyanî.
Herweha Hewramî balkişand ser evê çendê, ku herêma Kurdistanê ji ber pîşesazîyên biçûk dikarî rêjeya bêkarîyê ji 14% bo 6% kêm bike.
Di biwarê rewşa sîyasîya Iraqê de, Hêmin Hewramî ragihand, ku KDP digel hemû pêkhatên dinên Kurdistanê rê nade bi ti alîyekî ku maf û desthatên destûrîyên herêma Kurdistanê bin pê bike.
Di derbarê çawenîya geşepêdana pêwendîyên navbera herdu alîyan, Hewramî daxwaz kir, ku dibe welatê Çîn bi girîngîya aborî û derfeta veberhênanê û bûna jêderên siroştî li herêma Kurdistanê ber çav werbigire û kompanîyên Çînî jî palbide da ku zêdetir ber bi herêma Kurdistanê ve bihên û konsulgerîya Çînê jî li herêma Kurdistanê vebe û geşe bi pêwendîyên aborî û sîyasî û bazirganî bihê dan û di evê derbarê de KDP amadeye hemû hevkarîyan pêşkeş bike.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)