Fazil Mîranî: arîşeya me bi Nûrî Malikî re sîyaseta takrawîya wî û binpêkirina destûrê ye

Sekreterê giştîyê poltîburoya KDP Fazil Mîranî tekez dike, ku arîşeyên digel Nûrî Malikî û pêkolên vekşandina bawerîyê ji wî, piroseyeka demokrasîye û wî sîyseta îro Iraqê ber bi qeyraneka dijwar ve birîye û xwe ji destûrê û rêkeftina Hewlêrê vedizîye û bi awayekî berdewam birgehên destûrê bin pê dike.
Di evê derbarê de, Fazil Mîranî di hevdîtinekê de digel kanala SomerîyeNews, tekezî li ser evê çendê kir, ku rêya serekîya rizgarbûn ji evê tengasîyê eve, pêdivîye hemû alîyek bo destpêşxerîya serok Barzanî û çespandina çemka hevpeymanîyetî û piroseya demokrasî vegere.
Herweha Fazil Mîranî got, em wek KDP cudahîya me digel alîyên din heye, me ne tenê pişkdarîya pirosesa avakirina Iraqê kirîye, belê em hevpişkin di pirosesa avakirina Iraqa nû de ne, eve jî hemû li ser bingeha destûrê, hemû alî jî dizanin ku serok Barzanî roleka wî berçav hebû di avakirina dewleta Iraq a nû de.
Di derbarê bi kesayetî kirina arîşeyan Mîranî got, em ti carî hevpeymanetîyê reş nakin, lê belê cudahîya me digel nerînan de heye, mezintirîn arîşe eve xelik têbigihê ku ev arîşa han tenê hevrikîya KDP ye, yan jî arîşeyeka kesayetîye navbera Barzanî û Malikî de ye, ji ber di salên 2005-2006 Malikî ji me ve nêzîk bû, lê belê piştire sîyaseta xwe guhurî û pêkola têkdana evê hevpeymanîyetîyê bide.
Di derbarê komkujîya Sûrîya Fazil Mîranî got, em gelekî dilgiranin li hember ev komkujîyê ku li Sûrîya çêdibe, ku Sûrîya rastî sosreteka mirovî kirîye, ji ber evê çendê herêma Kurdistanê hem ji alîyên neteweyî ve û hem jî mirovayetî, hembêza xwe ji bo penaberan vekirîye eve jî bi rêya alîkarîya rêxistinên mirov dost û xaça sor, eve jî sîyaseta mirovdostaneye li hember Kurdên Sûrîya.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)